EDENE – Li Girtîgeha tipa T a Şakranê 57 berxwedêrên girtî ku êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin, her yek rastî 11 roj cezayê hucreyê hatin û der barê wan de lêpirsîn hat vekirin.
Li Girtîgeha tîpa T a Şakran a Îzmirê 57 berxwedêrên girtî ku êrîşên dewleta tirk a dagirker yên li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin rastî cezayê hucreyê hatin. Rêveberiya girtîgehê li her berxwedêrên girtî 11 roj cezayê hucreyê birî û der barê wan de lêpirsîn dan destpêkirin.
Ji berxwedêrên girtî rastî cezayê hucreyê hatin Huseyin Cig, li malbata xwe ya li Edeneyê geriya û agahî da dayika xwe Fatma Cig. Fatma Çig, diyar kir ku girtiyan ji ber êrîşên li ser Bakur û Rojhilata Sûriyeyê şermezar kir, rastî cezayê hucreyê hatine. Çig, da zanin ku zarokên wan li dijî zilmê bertekên xwe anîne ziman, lê ji ber ku zilm şermezar kirine her yek 11 roj cezayê hucreyê daye wan.”