HESEKÊ – Bi dirûşmeya “Dest bi dest her bihosteke Sûriyê rizgar bikin” Ciwanên Şoreşger li kantona Hesekê meşek piştgiriya QSD’ê û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyê bi beşdariya bi sedan ciwanan, li dar xist.
Meş ji Çerxeriya Sînalko ya taxa Til Hecer dest pê kir. Meşvanan pankartên bi nivîsên “QSD’ê hêza vîna me ye, dest bi dest her bihosteke Sûriyê rizgar bikin û QSD’ê hêza me ye” hilgirtin.
Xwepêşandar li kolana sereke ya bajêr giriyan û berê xwe da Çerxeriya Agirkujiyê. Xwepêşandaran dirumşên”Bi rih û can bi te re QSD’ê” û diruşmên silavkirina berxwedana Serêkaniyê û şehîdan, berz dan. Li Çerxeriya Agirkujiyê meş vegerî mîtîngê û piştî deqeya rêzgirtinê, endamê Meclisa Ciwanan a Sûriyê Demokratîk Adil Feraşîn û cigirê Serokatiya Meclisa Sûriyê Demokratîk(MSD) Gebrîêl Şemûn axivîn.
Axêveran da zanîn ku ji 9’ê Cotmehê ve QSD’ê rola qehremanî û exlaqê der barê parastina xak û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk tîne.
Axêveran bal kişand ser ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara ne radestbûnê, parastina xak û hêzên xwe heta nuqteya dawî ya xwînê standiye û wiha gotin: “Em niha li vir in da ku piştevaniya xwe ji hêzên xwe yên qehreman re pêşkêş bikin ku wan ji tevahî cîhanê re sepandiyê ku qehremanên rast in.”
Axêveran domand ku tecrûbeya Rêveberiya Xweser, tecrûbeyeke serkeftî ye. Ji 8 salan ve bi hev re bi tevahî pêkhateyên xwe di bin alekê de ku ala serkeftinê û ala QSD’ê ye, dijîn.
Li dawiyê axêveran bang li tevahî cîhanê kir ku piştgiriyê bidin gelên herêmê da ku êrişên hovane û binpêkirinên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bikaranîna çekên qedexekirî weke fosfora spî bi kar tîne, rawestînin.
Meş bi dirûşmeya silavkirina QSD’ê û şehîdên Berxwedana Rûmetê bi dawû bû.