HESEKÊ – Hêzên rejîma Sûriyê bi temamî ji nuqteyên xwe yên li gundên Esediyê, Fîqra, Qeremanê, Girbişk, Til Diyab, Şîrk, Îbrahîmiyê û Erada yên gundewarê rojavayê navçeya Dirbêsiyê vekişiyan.
Di heman demê de ji gundên Erîşa û Dawidiyê yên rojavayê Til Temirê vekişandin û li gundê Um Kehef bi cih kirin. Li bajarokê Zirganê jî hêzên rejîmê bi temamî vekişiyan.