CENEVRE – Ciwanên Kurd û enternasyonalîst ên saetên şevê li hev kom bûn, li pêşiya buroya Cenevre ya Swîsre ya Neteweyên Yekbûyî (NY) a li dijî êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojavayê Sûriyeyê çalakiya xeleka ji mirovan kirin.
Dema li pêşiya NY’yê çalakî dihate kirin komek enternasyonalîst bend derbaskirin û bi zincîrê xwe bi deriyê ketin û derketina avahî ve zincîr kirin. Ciwanan bi yek dengî dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Rojava’, ‘Her der berxwedan, her der Rojava’ û ‘Terorîst Erdogan’ qîr kirin, daxwaz kirin ku NY’yê dawî li bêdengiya xwe ya li dijî dagirkeriya Tirk bîne û bikeve nava tevgerê. Çalakiya ku di bin ewlekariyeke zêde de hate kirin, polîsan ti mudaxelekyek li çalakvanan nekirin.
Piştî gotûbêjên di navbera polîs û çalakvanan de, ciwanan dawî li çalakiya xwe anî û bi daxuyaniya dayîn anî ziman ku ew ciwanên enternasyonalîs ji bo xwedî li berxwedana Rojava derbikevin û dawî li dagirkeriya Tirk bînin wê tim li qadan bin.