NAVENDA NÛÇEYAN – Wezareta Parastinê ya Rejîma Sûriyê daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de bang li şervanên Hêzên Sûriye Demokratîk kir ku tevlî nav refên artêşa rejîmê bibin.
Girêdayî mijarê Fermandairya Giştî ya Hêzên Sûriye Demokratîk daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Fermandariya QSD’ê di daxuyanî wiha got: “Wek Fermendariya Giştî ya Hêzên Sûriye Demokratîk em piştgiriyê didin hemû xebatên parastina yekitiya Sûriyê û şikandina êrişên Tirkiyê, yên li ser welat û gelê me. Helwesta me ji destpêkê ve diyar e. Divê yekrêziya refê ji bingeha çarseriyek siyasî ku bi taybetmendiya QSD û sazumaniya wê îtîraf dike destpê bike. Divê mekanîzmeyek rast ji bo ji nûve avakirina sazumaniya saziya leşkerî ya Sûriyê di çarçoveya yekkirina kedan de were vedîtin.”
Endamên Hêzên Sûriye Demokratîk li ber çavên cîhanê di dirêjahiya salên dewîn de ji bo parastina Sûriyê û cîhanê şerê DAIŞ’ê kir, xîlafeta wê ya li Sûriyê û cîhanê hilweşandin. Ew lehengên ku layîqî pesindayîn û xelatkirinêne ne bi hewcedariya zelalkirina rewşên wan û merasîmê efûkirinê ne, ku derheqê sûcdar û terorîstan de derdikeve. Em teqez dikin ku Hêzên Sûriyê Demokratîk leşkerin û li gorî sazumiyekê hatine birêxistinkirin. Em zimanê muxatebgirtina Wezareta Parastinê ya Sûriyê wan endaman bi tundî red dikin. Li şûna ku wezaretê ew endam muxateb girtin diviyabû fermendariya giştî ya Hêzên Sûriye Demokratîk bi niyeta vekirina deriyê diyalogê muxateb girtiba.”