RANYA – Sê şehîdên berxwedana Cenga Rojava ku xelkê Başûrê Kurdistanê bûn, cenazeyên wan gihiştin Başûrê Kurdistanê. Cenazeyê her sê şehîdan li çerxerêya gundê Hîzop a ser bi bajaroka Çarqurne ji aliyê girseyek qerebalix ve hate pêşwazîkirin.
Di saetên êvarê de cenazeyê her sê şehîdên Berxwedana Cenga Rojava gihiştin çerxerêya gundê Hîzop a ser bi bajaroka Çarqurne ya Ranya. Girseya ku li wêderê li benda cenazeyê şehîdan mabûn, ew bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” pêşwazî kirin.
Li vê derê merasîmek ji bo her sê şehîdan hate lidarxistin. Ji beriya merasîm were lidarxistin deqek rêzgirtin ji bo giyanê tevayî şehîdên Kurdistanê hat girtin. Piştre axaftin hatin kirin. Di destpêkê de li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê Beyan Ferec axivî. Ferec got, “Ger îro ciwanên welatê me li beramberî dagirkeriya Tirk nebin mertal wê wekî civaka Êzidî rastî komkujiyan werin. Ger Tirkiye li Rojava bigihi armanca xwe wê sibe êrişî ser parçên din ên Kurdistanê jî bike. Lê gelê me xwedî îradeyek xûrte û wê serkeftin her ya gelê Kurd be.”
Li ser navê Tevgera Azadî Xalid Mistefa axivî û got; “Ev şehîdên kerameta mirovahiyê ne. Berxwedana Rojavayê Kurdistanê helwesta gelê Kurd li her çar parçan xist yek. Ji bona vê banga me li hemû aliyane çawan ku gel di vê qonaxê de bû yek, pêwîste hun jî xwedî li şehîdan û destkeftiyên wan derkevin û bibin yek. Ev ne şehîdên, malbatek, eşîrek yan jî hizbekî ne, ev şehîd şehîdên xak û netewê ne.”
Piştre li ser navê Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Suriye Mesûd axaftinek kir û got; “Em sersaxiyê ji malbata her sê şehîdan re dixwazin. Wekî ku em hemû dizanin Rojavayê Kurdistan di qonaxekî pir hestiyar de derbas dibe. Armanca dewleta Tirk tunekirina nasnameya gelê Kurde. Cihê serbilindiyê ye ku van malbatan wisan zarokên xwe perwerdekirine ji bo kerameta mirovahî û gelê Kurd canê xwe fedakirin.”
Li ser navê malbata her sê şehîdan jî Yusuf Omer axivî. Omer got; “Em bi şehadeta zarokên xwe serbilindin. Ji bo parastina kerameta gelê xwe canê xwe feda kirin. Wana serê malbat û gelê Kurd bilind kirin. Ev şehîd nirxên netewî ne.”
Piştî axaftinan cenazeyê her sê şehîdan ku her yek ji bo Ranya, yek ji bo Kerkûkê û yek jî ji bo Hewlêrê hatin şandin daku bispêrin xakê.
Nasnameya her sê şehîdan wihaye;
Delîl Xalid, bi nasnav Gelhat Gabar. Li Kobanê şehîd bûye.
Karzan Xurşîd, bi nasnav Soran Tolhildan. Li Dêrezorê şehîd bûye.
Mihemed Nizar, bi nasnav Aram Kerkûkî li Serêkaniyê şehîd bûye.