RANYA – Ciwanên Başûr li herêma Raperîn li dijî êrîşên faşîzan ên dewleta tirk a dagirker li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyê û ji bo bal bikşine ser boykota malên Tirkiye çalakiya “Pêl ala Tirkiye bike” pêk anî. Di çalakiya xwe de ciwanan gelek belavokên boykotê belav kirin.
Derbarê çalakiyê ciwanan daxuyanî da û wiha got: “Kampanyaya boykotê çalakiyek giringe ji bo em derbên giran li aboriya dewleta tirk a dagirker bidin. Me wek ciwanên Başûr îro li Ranya gelek belavokên boykotê belav kirin û ji bo em bal bişkine ser êrîşên dagirker li ser Rojavayê Kurdistanê me ala tirkan bi erdê ve zeliqand, da ku rewî pêlê bikin û hişyar bibin.”