NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang kir ku bi rengekî xurt tevlî çalakiyên 2’ê Mijdarê bibin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku destketiyên bi serketina têkoşîna hevpar bê afirandin wê mîna Şoreşa Rojava bibe destketiyeke hevpar a gelan hemûyan.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Dema ku Berxwedana Rûmetê ya li Rojava veguherî raperîneke azadiyê ya navneteweyî, wê hingî bibe destketiya herî mezin. Ji ber vê yekê divê em li her deverê li dijî êrîşên faşîst ên ku li dijî felsefeya mirovên azad a li Rojava tên kirin bêjin ‘Em destûrê nadin’. Bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger em bang li ciwanên enternasyonalîst, şoreşger û welatparêz ên li Ewropayê dikin ku di 2’ê Mijdarê de bi ruhê Hevrîn, Berxwedan û Amarayan berxwedanê li qadan nîşan bidin û peyameke dîrokî bidin ku faşîzm û piştevanên wê ti carî ji bîr nekin.”