HESEKÊ – Beriya niha bi çend kêliyan motorskilêtek li nêzî Mesakin Şûrta li taxa El-Salihiyê ya Hesekê hate teqandin. Di teqînê de 4 sivîl û leşkerek birîndar bûn.
Teqîn di seat 11:30 pêk hat û sivîl kirin hedef. Di encama teqînê de 4 sivîlên ku ji herêmên sînor koçber bûn, birîndar bûn.
Kesên ku birîndar bûn ev in “Şerîf Xelîl (38) ji navçeya Dirbêsiyê, Ebdullah Ferec (30), Ismaîl Sayîl (50) ji navçeya Serêkaniyê û Mistefa Cemîl (60) ji navçeya Dirbêsiyê.”
Her wiha di teqînê de leşkerek birîndar bû, lê hîna nasname û hêza ku lê dimîne, wî nehatiye zanîn.
Li gorî bijîşkên li nexweşxaneya gel, ku birîna wan sivik e, lê di teqînê de çavekî şêniyê bi navê Ismayî Sayîl çû.