SERÊKANIYÊ – Şervanên QSD’ê li Serêkaniyê û Til Temir bersiva êrîşên dagirkeran dan û herî kêm 15 dagirker hatin kuştin, yek jê panzer 8 wesayîtên leşkerî jî rûxandin. Dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wî êrîşî gundên navçeya Zirganê ya Serêkaniyê û gundên Til Temirê kirin. Şervanên QSD’ê di çarçoveya parastina rewa de bersiv dan êrîşên dagirkeran.
Li gundên Til Werd û Eyn El Hawa yên Zirganê di bersiva tund a şervanan de 3 wesayitên çeteyên dagirker ên ku doçka li ser bûn hatin rûxandin. Di şer de bûldozerek hate rûxandin û gelek dagirker hatin kuştin.
Li gundê Til Mihemed ê Zirganê jî QSD’ê bersiveke tund dan êrîşên dagirkeran. Di şer de wesayîteke ku doçka li ser bû, du pîkap û panzereke bi tîpa BMB hatin rûxandin. Di şer de herî kêm 15 dagirker hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.
Li gundê Erbaîn ê Til Temirê jî dagikeran hewl dan bikevin herêmê û şervanên QSD’ê êrîşa wan têk birin. Di şer de gelek dagirker hatin kuştin.