QENDÎL – Balafirên artêşa Tirk a dagirker carekdin Binarê Qendîlê bombebaran kirin.
Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker îro saet 10:00’an de çiyayê Kortek, rêya navbera Pişder û Binarê Qendîlê de bombebaran kirin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine standin, 3 balafirên artêşa Tirk a dagirker hêrêmê bombebaran kirine û hîn jî nayê zanîn di encama bombebaranê de ziyanek çêbûye yan na.