NAVENDA NÛÇEYAN – Ji 9 Cotmehê û heta roja 23’emîn êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê berdewam in û hemû hevpeyman binpê kirin, êrişî bejahiya Serêkaniyê û Girê Spî dikin, sivîlan dikin armanc û der heqê wan de komkujiyan pêk tînin.
Li dijî gundewarên Zirganê êrişên dijwar pêk tên, sivîlên şehîd û birîndar hene
Duh li gundewarên navçeyên Til Temir û Zirganê şervanên QSD’ê bersiva êrişên berfireh ên artêşa Tirk û çeteyên wê yên ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê da. Di encamê de 8 wesayîtên artêşa Tirk û çeteyên wê rûxandin û hejmarek çete hatin kuştin û birîndar bûn.
Di encama topbarana li gundê Til Werd ê navçeya Zirganê de 3 sivîl şehîd bûn, di nav wan de 2 jin hebûn û 6 sivîlên din jî birîndar bûn.
Dewriyeyên Rûsyayê pêk hatin û dîlgirtiyên artêşa rejîmê hatin berdan
Di çarçoveya hevpeymana rûsî-tirkî ku li Sohci hatiye lidarxistin de, duh dewriya hevbeş a Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Rûsyayê ji balafirgeha Qamişlo ber bi navçeya Dirbêsiyê ve çû û li dergeha sînorê ya Dirbêsiyê ya di navbera Sûriyê û Tirkiyê de da ku koordîneya dewriya rûsî-tirkî bi artêşa Tirk re pêk bê, civiya.
Di heman çarçoveyê piştî civîna li dergehê pêk hatiye de, duh artêşa Tirk 18 dîlgirtiyên ên ji artêşa rejîma Sûriyê ku di nav wan de polîsên birîndar ên Rûsyayê hebûn jî radest kirin.
KOBANÊ/EYN ÎSA
Artêşa Tirk a dagirker duh 12 gundên li derdora rêya M4 ên ku di navbera bajarê Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê de radestî hêzên Rûsyayê kirin.
Di wê kêliyê de karwaneke Koalîsyona Navdewletî ya bi serkêşiya Amerîkayê ji navçeya Eyn Îsayê ber bi navçeya Sirînê ya li başûrê kantona Kobanê ve çû.
Şaredariya Gel a navçeya Eyn Îsayê binsaziya kampan ji bo koçberên Girê Spî ku li başurê navçeya Eyn Îsayê tê avakirin, amade dike û tê payîn ku 5000 kon tevî xizmetguzariyên wê ji kehrebe û navendên tendirustiyê werin dapînkirin.
Rêveberiya Xweser û QSD’ê rêbaza xîtabên rejîma Sûriyê der barê wan de red kir
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îşaret bi lihevkirina di navbera rejîma Sûriyê û QSD`ê de, ku tenê girêdayî qada leşkerî ye da ku sînorê Sûriyê-Tirkiyê ji êrişan biparêzan. Lê belê rêveberiyê diyar kir, şêwaza ku desthilata rejîma Sûriyê ku bi kar aniye, çareseriya siyasî bi xwe re nayîne, berovajî vê yekê aloziyê kurtir dike. Rêveberiya Xweser piştrast kir ku ji bo tevahî aliyan ku bigihînin çareseriyeke siyasî û maf û armancên gel pêk tîne, amade ye.
Aldar Xelîl diyar kir ku armanca artêşa Tirk têkbirina projeya demokratîk a herêmê ye, her wiha got:”Divê rejîma Sûriyê rewşê baş bixwîne û daxuyaniyên ku dikevin xizmeta rewşa herêmê bide.”Aldar Xelîl bal kişand ser ku berxwedan û bertekên gelan hişt ku raya navdewletî bertekên xwe zelal bike û dê encamên civîna komîteya destûrî, ne li gorî daxwazên gel bin.
Gaziyên şer ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nerazîbûna xwe ji êriş û dewleta Tirk a dagirker re nîşan da û wiha gotin: “Çiqas hêza wan mezin be, em ji îradeya berxwedana li gel hevalên xwe yên şervan bawer in. Em ê li kêleka gel, QSD’ê û Rêveberiya Xweser heta serkeftinê bin.”
Meclisa Sivîl a Reqayê di daxuyaniya xwe de hişyarî da ku bûyereke kirêtîk a mirovî pêk were û aloziya koçberên ku neçar mane ji warên xwe ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên koç bibin û berê xwe bidin bajarê Reqayê û gundewarên wê, mezintir bibe. Ji ber ku derfet kêm in. Her wiha bang li civaka navdewletî kir ku bi erkên xwe yên li bermaberî gelên herêmê rabe.
Bîlançoya şerê QSD’ê ya 24 saetên dawî
QSD’ê got ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi zêdetirî 50 alavên leşkerî êrişî gundên Unq El-Hewa û Xirbet Cimo yên li gundewarên Zirganê kirin, bi armanca dagirkirina herêmên ku di bin serweriya artêşa rejîma Sûriyê de ne. Tevî ku ew herêm li derveyê sînorê hevpeyamnê ne. Hêzên me bi armanca parastina gundan, bersiva êrişan da û şer derket. Di encama vî şerî de, gelek çete hatin kuştin û birîndar bûn û alavên wan ên leşkerî hatin rûxandin.
Daxuyaniya serokê rejîma Sûriyê
Serokê rejîma Sûriyê Beşar El-Esed destnîşan kir ku Erdogan û komên xwe dijminên Sûriyê û ne yên Tirkiyê ne. Her wiha diyar kir ku têkiliya wan û QSD’ê beriya van rewşan hebû û hevpeymana Rûsya û Tirkiyê demkî ye.
Bertekên cîhanê yên li beramberî êrişên dewleta Tirkiyê
Bernamzeta Demokratîk a hilbijartinên serokatiya Amerîkayê ya sala 2020’an Tulsi Gabard, êrişî serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kir û wiha got: “Erdogan mirovekî radîkal û dîn e.”
Komseriya Neteweyî ya Fransayê di biryara xwe de êrişên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin, daxwaza rewestandina wê kir û piştgiriya xwe bi QSD’ê re piştrast kir.
(eh)