HESEKÊ – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Cebheta El-Nusra û DAIŞ’ê ji duh ve bi tank û topan êrişî gundewarên navçeya Zirgan a girêdayî kantona Hesekê dikin. Şervanên QSD’ê di çaroçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrîşan dide.
Der barê geşedanên dawî li eniyên şer rojnamevan Rûken Cemal wiha got: “Îro 1’ê Mijdarê ye. Em li yek ji eniyên gundên navçeya Zirganê ne. Li vê eniyê li gundê Til Werid, Til Mihemed û Enîq El-Hewa ji duh ve ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Cebehet El-Nusra û DAIŞ`ê têne topbarankirin. Deverên ku sivîl têde dijîn têne hedefgirtin. Her wiha balafirên keşfê her tim li asîmanê herêmê digere.”
Rûken destnîşan kir ku şervanên QSD’ê bersiva êrîşên dagirkeran dide. Li gorî agahiyan ku hejmareke mezin ji çeteyan hatin kuştin û erebe û alavên wan ên leşkerî hatin teqandin.
Rojnamevan Rûken Cemal tekez kir ku metirsî li ser jiyana sivîlan li gundên navçeya Zirganê hene û sivîl ji ber topbarana dijwar nikarin ji gundan derkevin.