NAVENDA NÛÇEYAN – Şervana YPJ’ê ya ji Kobanê Evîndar li eniyên şer ên navçeya Zirganê bersiva êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser navçeyê dide, dibêje: “Çendîn êriş dijwar bin, em ê li berxwe bidin û serkeftin dê para me be. Ji bo parastina gelê xwe em ê heta serkeftinê liber xwe bidin.”
Girêdayî Roja Cîhanê ya Piştgiriya Kobanê Evîndar dibêje: “Çawa me çeteyên Erdogan li Kobanê tune kir em ê vê carê jî tune bikin. Serkeftin wê teqez para me be. “