DÊRIK – Ji 9’ê Cotmeha 2019’an ve dewleta tirk a dagirker bi çeteyên xwe ê DAIŞ û El-Nusra êrîşên Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyê dike. Ciwanên Dêrikê li dijî êrîşên dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê perwerdeya xweparastinê ya keleşê pêk anîn.
Ciwan û jinên ciwan di çarçoveya xweparastinê de ferî vekirin, girtin û bikaranîna keleşê bûn, da ku bikarin li hemberî êrîşên çeteyên tirk parastina gel û axa xwe bikin. Ciwanan heta derengî şev li cihê perwerdeyê bûn. Bi gotina stranên şoreşgerî ciwanan bernameya xwe bidawî kir.