QAMIŞLO – Çalakiya şermezarkirina sûcên dagirkiriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên yên li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyê di roja 6’emîn de li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Qamişlo didome. Nûçegihana me Canê çû serdana çalakiya konê û nerînê çalakvanan girt.
Çalakvan Selhaddin Helbo ji bajarê Qamişlo derbarê çalakiyê û rewşa heyî wiha dibêje: “Em tucarî dev ji axa xwe bernadin. Li dijî êrîşên dagirker ê Erdogan û çeteyên wî ku li ser me dimeşine em ê hertim piştvaniya şervanên xwe bikin. Ji dema Bagdadî serçeteyê DAIŞ’ê hatiye kuştin rewşa Erdogan jî nebaş buye. Ji ber Erdogan û DAIŞ piştgiriya hevdu dikin. Bi kurtasî DAIŞ Erdogan e, Erdogan jî DAIŞ e. Ji bo em wan sûcên ku çeteyên Erdogan li ser gelê Rojava pêk tinin nîşanî tevahî cîhanê bikin, em li vir çalakiya xwe a konê didomînin. Em heta dawî bêjin NA ji dagirkeriyê re.”
Rêveberiya Kongra Star a Serêkaniyê Selwa Ehmed ku ji ber êrîşên dagirker neçar maye koçberî bajarê Qamişlo bibe nerînê xwe wiha anî ser ziman: “Ji tevahî cîhanê re em dibêjin îro roja me ye. Dewleta tirk a dagirker dixwaze wek çawa li Dêrsimê qetlîam kir, dixwaze li Rojava wiha bike. Çawa gelê Ermen, Asur û Suryana qetil kirin îro dixwazin gelê Kurd qetil bikin. Lê em rê nadin vê yekê, em ê Erdogan qir bikin. Kes êdî nema dikare bi hesanî Kurdan qetil bike, yê bê qetil kirin Erdogan bixwe ye! Me 12 hezar şehîd ji bo vê axê daye, em dikarin 12 hezarê din jî bidin, lê wê Serkeftin teqez ya me be.”