WAN – Hevşaredara Navçeya Sarayê ya Wanê Caziye Dûman doh di operasyona qirkirina siyasî de li Wanê hatibû destgîrkirin. Wezareta Karên Hundir a Tirk Dûman ji wezîfeyê dûr xist û qeyûm li şûna wê wezîfedar kir. Wezareta Tirk qeymeqamê navçeyê Mehmet Halîs Aydin li şûna Dûman tayîn kir.
Hejmara Şaredariyên HDP’î yên ku qeyûm lê hatine tayînkirin gihîşt 14 şaredariyan.