NAVENDA NÛÇEYAN – Hêrsa gelê Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê her ku diçe mezintir dibe. Ji bilî xwepêşandan, boykotkirina malên Tirk û daxwaza derxistina leşkerên dagirker ên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê, ciwan jî pêl bi pêl berê xwe didin Rojava.
Koma 12’emîn a ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên dagirkeriyê tevlî ‘Berxwedana Cenga Rojava’ ya Rojavayê Kurdistanê bûn.
Ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên bi armanca dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk yên li ser Başûrê Kurdistanê berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê.
Piştî ku dewleta Tirk a dagirker di 12’ê cotmehê de dest bi êrîşên xwe kirin, ciwanên Başûr jî seferberî îlan kir. Heta çend roj beriya niha 11 kom çûn Rojavayê Kurdistanê û tevlî “Berxwedana Cenga Rojava” bûn.
Herî dawiyê jî koma 12’emîn çû Rojavayê Kurdistanê. Hat gotin ku li gel koma 12’emîn hejmara ciwanên ku tevlî “Berxwedana Cenga Rojava” bûne derket 83 kesî.
Hat destnîşankirin ku gelek ciwan jî bi înisiyatîfa xwe diçin Rojava, lewre hejmar gelekî zêdetir e.