NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Giştî ya QSD’ê der barê êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê yên li dijî herêma Çema Xabûr a ku gundên Aşûrî û Suryanî lê hene pêk tên, daxuyaniyek da.
Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya QSD’ê wiha ye:
“QSD’ê di bersivdana êrişên artêşa dewleta Tirk û komên wê yên cîhadî yên li dijî herêma rojhilat-rojavayê Serêkaniyê bi taybet li herêma Xabûr ên li gundên Suryan û Aşûriyan ên li derdora bajarokê Til Temirê pêk tên de, berdewam e.”
Der barê pêvajoyên vê merheleyê de, ji bo parastina herêma Xabûr a bi taybetmendiya Suryan û Aşûrî ye û her wiha jî li gor daxwaza Hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryan ên di nava QSD’ê de, dê Hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryan û Hêzên Aşûrî li wir belav bin û dê erkên ewlehî û leşkerî ya herêma Xabûr berpirsiyatiya wan be. Li gor wê dê Hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryanî li hemû xetên pêş bên belavkirin.”