QAMIŞLO – Îro bi hezaran şêniyên kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê, herêma Dêrikê, navçeya Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçer, Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê û Til Hemîs di roja Piştgiriya Berxwedana Rojava û piştgiriya QSD’ê daketin qadan.
Pêkhateyên Qamişlo, Kurd, Ereb, Suryan, şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê, nûnerên partiyên siyasî, rewşenbîr, oldar, hunermend, rûspiyên eşîran, şervanên Meclisa Leşkerî ya Qamişlo, endamên hêzên Ewlekariya Hundrîn (Hêzên Hewarî û Tirafîk) tev li meşê bûn.
Di meşê de wêneyên qurbaniyên ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhiladtê Sûriyê jiyana xwe ji dest dane, wêneyên şehîdên YPJ/YPG’ê ku di encama bersivdayîna êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û artêşa Tirk a dagirker şehîd bûne her wiha ala QSD’ê hatin hildan.
Her wiha pankartên bi nivîsa “QSD’ê nûnertiya me dike”, “2’ê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanî”, “Her der Rojava ya û li her derê berxwedan e” û “Em hemû QSD’ê ne” hatin hildan.
Meş ji navenda bajêr dest pê kir. Di meşê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rojava û berxwedana şervanên QSD’ê hatin berzkirin. Meş li ber navenda NY ya Qamişlo veguherî mîtîngê.
Her wiha koçberên Serêkaniyê ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê neçarî koçberiyê bûne tev li meşê bûn.
Di mîtîngê de Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Telat Yûnis destnîşan kir ku 2’ê Mijdarê ji bo gelên herêmê rojeke dîrokî ye nû ye û ev tişt anî ziman: “Berxwedana gelê me ji bo parastina rûmet û şerefê dê weke berxwedana Kobanê wekî ku çawa terorîst di şexê DAIŞ’ê de hate têkbirin dê bibe sembol.”
Di dawiyê de Telat Yûnis diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker piştî ku çeteyên DAIŞ’ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya zarokên herêmê hatin têkbirin careke din dixwaze aktîf bike û wiha dawî li axaftina xwe anî:”Bi rêya êrîşên li dijî herêmê û beşdarbûna çeteyên DAIŞ’ê, El-Nusra û her kesê ku firkên DAIŞ’ê di serê wan de ye, êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin.”