NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê bi daxuyaniyekî nivîskî encamên 24 saetên dawî yên li Til Temir, Kobanê û Eyn Îsa par ve kir. QSD’ê ragihand ku di 24 saetan de bi kêmanî 12 çete hatine kuştin û 3 wesayît jî hatine rûxandin.
QSD’ê ev agahî par ve kir:
“EBÛ RASEN – TIL TEMIR
Artêşa dagirker û komên çete yên bi ser ve li gundên Ing el-Hewa, Til Mihemed, Ezîziyê, Cemilîyê, Mehmûdiyê, Tewila û herwiha li bajarokê Ebû Rasen bi piştevaniya çekên giran û hejmarek zêde çete êrîş birin li ser herêmên sîvîl hewl dan ku dagirkeriya xwe berfireh bikin. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiva van êrîşan dan û di encam de şerê giran qewimîn. Di encama şer de hejmarek zêde ji çeteyên artêşa dagirker hatin kuştin û birîndarkirin, panzerek hate rûxandin û yek hate derbkirin. Dîsa li gundê Erbeîn dema komên çete xwestin êrîş li dar bixin hêzên me bersiva êrîşan dan û di encam de 7 çete hatin kuştin, 4 brîndar bûn.
KOBANÎ Û EYN ÎSA
Li gundên Alarîda, Xirbet Faris û Ebû Dihûr artêşa dagirker û komên çete xwestin êrîş bikin. Hêzên me ebrsiva êrîşan dan û di encam de êrîş hatin şikandin. Di encam de 5 çete hatin kuştin, wesayîtek leşkerî û wesayîteke kar hatin rûxandin.
Bi giştî di bersivdana hêzên me de herî kêm 12 çete hatin kuştin, 4 hatin birîndarkirin û 3 wesayît hatin rûxandin.
Di vê berxwedanê de hejmarek hevalên me brîndar bûn.”