SILÊMANÎ – Li Silêmaniyê bi wesîleya Roja Rojava ya Cîhanê û Piştgiriya bi Berxwedana Cenga Rojava ya Rojavayê Kurdistanê re bi sedan kes meşiyan û di meşê de dirûşmên boykotkirina malên Tirkî bilind kirin.
Xwepêşandana li Silêmaniyê ya li ser Rêya Salim bi meşekê dest pê kir. Bi sedan hunermend, rewşenbîr, çalakvan, siyasetmedar, rojnameger, nûnerên partiyan û welatiyên Silêmaniyê beşdarî xwepêşandana Roja Rojava ya Cîhanê û Piştgiriya bi Berxwedana Cenga Rojava bûne.
Di xwepêşandanê de ku dirûşmên “Rojava ne bi tenê ye, Kurdistan piştevane”, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Faşîst Erdogan” berz dikin, boykota malên Tirkî ya her diçe berfireh dibe mohra xwe li xwepêşandanê xist.
Her wiha di xwepêşandanê de alên YPG, YPJ, Herêma Kurdistan, wêneyên şehîdan û birîndarên êrîşa dewleta Tirk a dagirker hatin hildan.
Piştî meş gihişt ber Baxê Giştî daxuyanî û peyam hatin dayîn. Li ser navê komîtaya amadekar a meşê Endama Desteya Hemahengiya Piştevaniya bi Rojava re Kinêr Abdullah daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin ku boykotkirina malên tirkî, rêze film û çanda Tirkî helwestek netewiye û wiha domand; “Divê kampanyên boykota malên Tirkî li her derê werin pêkanîn û berfireh bibin. Bila gelê Kurdistan malên Tirkî boykot bikin û vî erkê exlaqî û netewî pêkbînin.”
Her wiha di daxuyaniyê de rexne li helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistan, parlamento û hizbên siyasî ya li beramberî Rojavayê Kurdistanê hate kirin û hate gotin, “Nêzîkatiyên wan cihê şermezariyê ye.”
Piştre Siyasetmedar Ferhad Sengawî, Nûnerê Rêveberiya Xweser a Başûrê Kurdistan û Tevgera Azadî peyam dan û di peyaman de daxwaz hate kirin ku boykota malên Tirkî berdewam be û were berfirehkirin.