NAVENDA NÛÇEYAN – Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî êrişa çeteyên artêşa Tirk a dagirker a li ser nuqteyên meclisê yên li gundên Cat û Toxar ên bakurê rojhilatê bajarê Minbicê û encamên wê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin;
“Koma çete ya navê Mertala Firatê li xwe de di saetên nîvro de hewl da êrişî nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Minbicê yên nêzî gundên Cat û Toxarê yên bakurê rojhilatê bajarê Minbicê bikin. Hêzên me bersiva çeteyan da, derbeyên giran li wan da û ew neçar kirin birevin.
Piştre, çeteyan bi çekên giran êrişê nuqteyên hêzên me û gundê tijî sivîl kirin. Ji bingehê mafê parastina rewa û parastina sivîlan hêzên me bersiva jêdera êrişî dan.
Di encamê şer û bersivdayînê de du çete hatin kuştin.”