“Êrîşên dewleta dagirker a tirk û çeteyên girêdayî wê yên li herêma Rojavayê Firatê pêşdikevin ne ji rêzê ne. Ev êrîş di encama krîza ku di hewildanên çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê de tên jiyîn pêş dikevin. Bi taybet krîza di navbera eniya Astana û Cenevreyê tê jiyîn rewşa herêmê ji nêz ve bandor dike.
Di Sûriyeyê de bi pêşketina şerê navxweyî ve di navbera du eniyên ku Amerîka û Rûsya ji wan re serkêşiyê dikin de axa Sûriyeyê hat parvekirin. Wek sînor jî çemê Firatê yê ku di şaristaniya herêmê de xwedî rolek diyaker hat destnîşankirin. Her çiqas hêzên kurd hem li Rojava û hem jî li Rojavayê çemê Firatê di parastina axa xwe de xwedî israr bin jî, ev daxwaz û xwesteka gelê kurd ji hêla hêzên ku bi sedsalan e axa wan dagirkirine nayê pejirandin.
Di şerê Sûriyeyê de li rexmî hemû hewildanên Amarîka û Rûsyayê bi tu awayî pêşî li êrîşên komên çete nedihat girtin. Yan jî nedixwestin pêşî li wan bigirin. Ev komên terorîst ên ku di kaosa herêmê de xwedî rolekî diyarkerbûn mirov dikare wan wek beşekî planên hêzên mezin ên mûdaxaleya herêmê jî binirxîne. Hêzên global ên di pêşengiya Amerîka û Rûsyayê de li herêmê siyaset didan meşandin ji bo li herêmê bandora xwe ava bikin komên çete yên di bin navê cûda cûda de hatine rêxistinkirin, piştgirî kirin.
Ji bo qaşo çareseriya herêmê jî, civînên bi navê pêvajoya Cenevre û Astanayê hatin destpêkirin. Amerîka di civînên Cenevreyê de Rûsya jî di civînên Astanayê de tiyatroya lêgerîna çareseriyê pêşkêşî cîhanê kirin. Ev civînên ku ji derveyî xapandin û mijûlkirinê zêdetir tu rola wan nebû, bi demê re bêbandor man. Bi taybet piştî li herêmê şerê wesayetê qediya û êdî dewlet bi xwe dakatin qadê û şûn ve, ev civînên ku ji formalîteyê zêdetir tu girîngiya wan nebûn jî ji holê rabûn. Lê di herêmê de herdu aliyên ku wek aniya Cenevre û Astanayê hatine binavkirin bi tu awayî dev ji têkoşîn û mudaxaleyên xwe bernedan.
Di vê rewşa aloz de hêzên kurd li rexmî hemû êrîşan bi bedelên mezin axa xwe parastin. Her wiha ne tenê ji bo gelê kurd ji bo gelê herêmê bû hêviya azadiyê û aramiyê. Lê di serî de dewleta tirk û gelek hêzên din ji vê rewşa ku aliyê kurd bi dest xistiye nerehet bûn. Lewma bi erêkirina Rûsyayê re dewlata tirk a faşîst û dagirker bi komên xwe yên terorîst êrîşî herêmê Efrînê kir. Bi êrîşên ser Efrînê re eniya Astanayê di qada nevnetewî de pir hat teşîrkirin. Ji ber ku ev herêmê dikeve Rojavayê Firatê di herêma bin kontrola Rûsyayê de dihat dîtin şer û aloziya ku li herêmê pêş ket yekser Rûsya berpirsya hat dîtin. Ev jî di qada navnetewî de ji bo rewşek neyînî da avakirin. Lewma ji bo Rûsya xwe ji vê rewşa xirab derxe û ji xwe re hevalan çêke çav berda rewşa aram a ku li Rojavayê Firatê. Di serî de ji bo êrîşî vê herêmê bike Tirkiyeyê îqna kir. Di rastiyê de ji bo Tirkiye êrîş bikin îqnakirin jî ne pêwîst bû. Ji ber ku terorîzma ku di pêşengiya Erdogan de pêş dikeve bi tu awayî naxwaze gelê kurd li herêmê bibe xwedî maf û destkeftiyan. Lewma ev nêrîna Rûsya ji bo wan nîmetek bû.
Rûsya bi vê ve tenê mûdaxaleyî Rojavayê Firatê nekir. Di heman demê de mudaxaleyî pêvajoya Cenevreyê jî kir. Ji ber ku di rewşa wisa aloz de wê Cenevre jî nikaribe bibe xwedî biryarekî girîng. Niha di vir de pirsa ku tê bîra mirov ew e ku çima Amarîka li hemberî vê hamleya Rûsyayê wisa bêdeng û bêhelwest ma? ye. Bêgûman di vê rewşê de tişta ku tê bîra mirov, îdayên li hevhatina Trump û Pûtîn ên ji nû ve dîzaynkirina herêmê ne. Li gor van planan bi şertê Îran ji herêmê derkeve wê Amarîka li hemberî berdewamiya rejîma Esad bêdeng bimîne. Yanî wê bihêla ku Esad li ser hikûm bimîne. Ji bo ev plan pêk were jî pêwîst e bi awayekî êdî erêkirina Tirkiyeyê jî bigirin. Ji ber ku îro hêzên çete û terorîst ên li ser axa Sûriyeyê û li ser sînorê Tirkiyeyê dimînin hemû di bin kontrola Tirkiyeyê de ne, bi awayekî ji bo ji nû ve dîzaynkirina herêmê nêrîna Tirkiyeyê jî tê guhdarkirin. Lê nêrîna Tirkiyeyê di derbarê şer de ye. Ew bi tu awayî ne alîgirê aştî û çareseriyê ye. Lewma Tirkiye bi êrîşa Rojavayê Firatê re ev nêrîna xwe ji hemû cîhanê re jî deklere kir.
Niha li herêmê eniya Astana û Cenevreyê bi hev re di nav têkoşînek mezin de ne. Di rewşa heyî de her du hêz jî bi rêya Tirkiyeyê li herêmê polîtikayên xwe li ser hev ferz dikin. Ji milekî ve Amarîka ji milê din ve Rûsya bi rayedarên tirk re li ser plan û projeyên qirêj li hev dicivin. Ev demek dirêj e şandeyek tirk a ku ji rayederên artêşê, Wezareta Karên Derve û MÎT’ê pêk tê li Rûsyayê xebatên lobî didin meşandin jî mînaka vê yekê ye. Tirkiye êdî bi hemû aliyan ve bi Rûsyayê ve hatiye girêdan. Lewma ger Rûsya jî winda bike wê li herêmê nikaribe xwe jî biparêze. Erdogan vê dizane lewma tişta ku ji destê wî tê çi ye? Heya ku dikare wê komên çete bi hêz û xurt bigire. Ji bo ku hêzên wî tehdît dikin ew ê jî bi van komên çete wan tehdît bike. Her wiha ev tehdît di civîna koma AKP’ê de jî kir.
Operasyona li dijî Bexdadî hewildanên Erdogan ên komên çete û terorîst xurt bigire vala derxist. Ev operasyon di heman demê ji bo herêmê pêvajoyak nû jî dide dest nîşankirin. Lewma ji bo mirov pêvajoya li herêmê tê jiyên baş bibîne û bikaribe şîrove bike, pêwîst e mirov pêvajoya Astana û Cenevreyê baş binirxîne.”
ÇAVKANÎ: e-rojname – Êrîş Qoser