BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê mijarê daxuyaniyek weşand. HPG’ê 5 gerîlayên li Heftanînê şehîd bûn bi bîr anî û diyar kir, “Em soz didin ku em ê şerê azadiyê yê şehîdên xwe bi serketinê tacîdar bikin.”
Daxuyanî wiha ye:
“Di daxuyaniya xwe ya 27’ê Cotmehê de me ragihandibûn ku di 25’ê Cotmehê de li girên Konferans û Sîserê yên herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê hêzên me li dijî dagirkeran dest bi operasyoneke şoreşgerî ya berfireh kirin û di encamê de 30 leşkerên dijmin hatin kuştin. Di vê çalakiyê de 5 hevalên me yên bi lehengî şer kirin gihîştin şehadetê. Agahiyên der barê hevalên me yên şehîd bûne wiha ne:
![]() |
Nasnav: Amara Nûda Kûrtalan Nav paşnav: Gulcan Kaya Cihê jidayikbûnê: Sêrt Dayik-Bav: Nazê-Bedrettîn Dem û cihê şehadetê: 25’ê Cotmeha 2019’an / Heftanîn |
![]() |
Nasnav: Berfîn Çiyajin Nav paşnav: Bahar Basan Cihê jidayikbûnê: Şirnex Dayik-Bav: Emîne-Reşît Dem û cihê şehadetê: 25’ê Cotmeha 2019’an / Heftanîn |
![]() |
Nasnav: Bêrîtan Serhat Nav paşnav: Rojda Daşkin Cihê jidayikbûnê: Mûş Dayik-Bav: Remziye-Selman Dem û cihê şehadetê: 25’ê Cotmeha 2019’an / Heftanîn |
![]() |
Nasnav: Çekdar Qamişlo Nav paşnav: Îsa Alî Cihê jidayikbûnê: Şam Dayik-Bav: Emîn-Mûhammed Tevfîk Dem û cihê şehadetê: 25’ê Cotmeha 2019’an / Heftanîn |
![]() |
Nasnav: Rûbar Şervan Nav paşnav: Cîhan Sever Cihê jidayikbûnê: Wan Dayik-Bav: Hediye-Ziyattîn Dem û cihê şehadetê: 25’ê Cotmeha 2019’an / Heftanîn |
Operasyona dagirkeriyê ya artêşa TC a dagirker ku di 23’ê Tebaxê de li herêma Heftanînê dest pê kir ji kêliya destpêkê ve li berxwedana hêzên me rast hat. Hêzên me yên gerîla ku li eyaletê li dijî dewleta Tirk bi rengekî dîrokî li ber xwe dan di her demê de bi berpirsyarî û biryardariyeke mezin wezîfeyên xwe yên demê bi rengekî serketî pêk anîn. Bêguman serketinên heyî encama keda mezin û hewldanên bêhempa yên şehîdên me yên leheng in. Hevrêyên me Amara, Berfîn, Bêrîtan, Çekdar û Rûbar ên ku li dijî operasyona dagirkeriyê di nava refên berxwedanê de bûn, bi dirûşma ‘Em ê rê nedin dagirkeriyê’ li dijî yekîneyên dijmin bi rengekî lehengî şer kirin. Ji sekna wan a li nava jiyanê heta şervaniya wan bûn mînak. Hevrêyên me Amara, Berfîn, Bêrîtan, Çekdar û Rûbar di vê pêvajoya berxwedanê de bûn abîdeyên lehengiyê. Bi vî rengî mohra xwe li berxwedana sala 2019’an xistin.
Di şexsê malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd de em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê şerê azadiyê yên şehîdên xwe bi serketinê tacîdar bikin.”