NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Savaş Amed bi daxuyaniyekê ragihand ku li taxa Yenî ya Wanê di dema derbasbûna wesayitên zirxî û sivîl ên polîsan de yekîneyeke wan teqemeniya ku amade kiribû teqandiye.
Hate ragihandin ku li taxa Akkopru ya navçeya Tûşba ya Wanê jî li dijî mala şexsê bi navê Reşît Dayan ê nokerê AKP’ê saet 01:00 çalakiyeke bi teqemeniyê hatiye kirin.
Yekîneyê ragihand ku çalakiyên wan ên li dijî sîxur û nokeran wê bidomin.