NAVENAD NÛÇEYAN – Navendê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Ebû Rasên û Til Temir
Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên bi ser ve êrişên xwe yên dagirkeriyê domandin. Li gundên Ingel-Hewa, Til El-Werd, Xirbe Dibs, Bab El-Fereş, Til Mihemed û Ûm El-Îşba artêşa dagirker û komên çete yên bi ser ve hewl dan dagirkeriya xwe berfireh bikin, bi seyareyên zirxî û piştevaniya hêza hewayî pêş de werin. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiva van êrîşan dan û di encam de şer derket. Li gelek qadan şerên demdirêj qewimîn û di encam de herî kêm 15 çete hatin kuştin. Her wiha 2 seyareyên leşkerî hatin rûxandin.
Eyn Îsa û Kobanê
Artêşa dagirker û komên çete bi armanca berfirehkirina dagirkeriya xwe û kontrolkirina rêka M4 a navdewletî êrîş birin ser gundên Xirbet Faris, Boxaz Sêgir, Şêrgirad û Mesûdiyê kirin.
Di encama bersivdana êrîşan de şer derket û li gelek qadan hejmarek çeteyên artêşa dagirker hatin kuştin. Hejmara kuştî û brîndaran nehat zelalkirin.
Di encama bersivdana hêzên me de herî kêm 15 çete hatin kuştin û 2 seyareyên leşkerî û maşîneyek kar harin rûxandin.
Di vê berxwedanê de 8 hevalên me brîndar bûn.”