NAVENDA NÛÇEYAN – Duh roja 25’an ji êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Rojavayê Kurdistan û herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyê bû. Artêşa Tirk a dagirker lihevkirina der barê agirbestê de didomîne her wiha sûc û binpêkirinên li dijî sivîlan zêde dibe.
Rewşa meydanî li Serêkaniyê
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê duh bi çekên giran êrîşî gundê Mehmûdiyê yê girêdayî Serêkaniyê kir. Şervanên QSD’ê di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrîşan da û erebeyeke leşkerî ya artêşa Tirk teqandin û kesên têde hatin kuştin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê topbarana li ser gund El-Esediye û Bab El-Ferec ên girêdayî naveçeya Zirganê didomînin, her wiha şervanên QSD’ê hewldanên çeteyên artêşa Tirk ku dixwestin derbasî gundewarên navçeya Til Temir bibin, têk bir.
Li gund Um Işbe yê girêdayî navçeya Zirganê şervanên QSD’ê bersiva êrişên çeteyên artêşa Tirk a dagirker ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê da û nehiştin ku pêşde biçin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di çarçoveya sûc û binpêkirinên li dijî sivîlan duh endamên artêşa Tirk a dagirker cilê hêzên rejîma Sûriyê li xwe kir, derbasî gundê Eyn El-Hawa yê girêdayî navçeya Zirganê bûn û 4 welatî kuştin û reviyan.
Girê Spî
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi panzêrên leşkerî êrişî gundê Qenterî, gundê El-Mesûdiye yên li ser rêya navdewletî, gundê El-Dibis ê 7 km bakur rojavayê navçeya Eyn Îsayê kir. Şervanên QSD’ê bersiva êrişan dagirkeran da û di encama wê de şer derket û hemû hewldanên dagirkeran ên pêşdeçûnê hatin têkbirin.
Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê li bajarê Girê Spî bi dehan ciwan revand.
Minbic
Artêşa Tirk û çeteyên wê bejahiya rojavayê bakurê herêma Minbicê bi tankan topbaran kirin û dibistanek li herêmê kirin armanc. Komên çeteyan hewl didan nuqteyên Meclisê yên nêzî gundên Cat û Toxar ên li bakur û rojhilatê Minbicê kontrol bikin û Meclisa Leşkerî ya Minbicê hewldana wan têk bir û di encamê de, du çete hatin kuştin.
Daxuyaniyên QSD-MSD
Fermandariya Giştî ya QSD’ê diyar kir, ku li ser banga hêzên leşkerî yên suryanî ku beşdarî nava QSD’ê bûne, dê Meclisa Leşkerî ya Suryan û Hêzên Asûr bi berpirsyariya ewlehî û leşkerî ya çemê Xabûrê rabin.
Her wiha Meclisa Sûriya Demokratîk diyar kir, ku helwesta wan bi rejîma Sûriyê re diyar e, ji destpêka aloziya Sûriyê ve helwesta wan sabit e û heke Şam bi helwestên wan yên erênî re aktîf bû, dê rêzê ji vê yekê re bigirin.
Piştgirtiya Berxwedana Rûmetê
Komek ciwanên Başûrê Kurdistanê da ku li dijî êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber xwe bidin, beşdarî Berxwedana Rûmetê bûn. Hejmara ciwanên Başûrê Kurdisanê yên ku beşdarî nava Berxwedana Rûmetê bûne, gihaşt 83 ciwanan.
Di heman demê de, şêniyên Efrînê nameyek radestî lihevanîna Rûsya ya li Helebê kirin û banga rawestandina êriş, binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyan wê û vegera li mal û warên xwe kirin.
Bijîşk Ebas Mensûr ku di şerê Iraq û Îranê de di beşê şewatê de dixebitî, diyar kir, ku artêşa Tirk çekên ne normal ji nav jî fosfora spî di êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar aniye.