NAVENDA NÛÇEYAN – ‘Zarokên Agir’ daxuyaniyek weşand û diyar kir ku ew bi çalakiyên xwe hesab ji dewlet Tirk a qirker û dagirker dipirsin.
Li gorî daxuyaniyê li navçeya Arnavûtkoy a Stenbolê di 2’ê Mijdarê de febrîqeyeke mobîlya û qemyoneke wê hate rûxandin.
Zaroken Agir diyar kir ku li navçeya Germencîk a Aydinê di 28’ê Cotmehê de li dijî depoyeke febrîqeya pembû çalakî hatiye kirin û di encamê de 2 ton pembû hatiye şewitandin.
Her wiha hate ragihandin ku li navçeya Kartal a Stenbolê di 17’ê Cotmehê de li dijî atolyeyeke mobîlyayê çalakî hatiye kirin û di encamê de atolye şewitiye.