QAMIŞLO – Îro pêkhateyên bajarê Qamişlo, Kurd, Ereb û Suryan li pêşiya Meclisa Gel a taxa Enteriyê kom, da ku cenazeyên şervanên QSD’ê Mihemed Alî (Berxwedan Qamişlo), Abdulhemîd Hesen (Can Qamişlo) û Yusif Erdogan (Demhat) werbigirin. Şehîd Abdulhemîd Hesen û şehîd Can Qamişlo li navçeya Til Temirê di 30 Cotmehê şehîd bûne, her wiha şehîd Demhat li Girê Spî di 13’ê Cotemahê de şehîd bûye.
Girseya gel cenazeyên şehîdan bi wêne, gul û alên QSD’ê xemildandin û bi karwenekî ber bi goristana Şehîd Delîl Saroxan ve çûn, li wir bi sedan gel di nava sloganan de cenaze pêşwazî kirin.
Di destpêka merasîmê de, Endama Koodînasyona Kongreya Star Foza Yusif axivî û got, gelên herêmê bi hemû pêkhateyên xwe ve li dijî êrişên artêşa Tirk yek biryar in, her wiha Foza bal kişand ser bilindkirina asta berxwedanê li dijî artêşa Tirk.
Paşê malbatên şehîd Berxwedan Qamişlo, Can Qamişlo û Demhat da ku wesîqeta zarokên xwe werbigirin derketin ser dikê, bav û diya şehîd Berxwedan Qamişlo axivîn û gotin, Berxwedan ne şehîdê malbatê ye, lê belê şehîdê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.
Her wiha birayê şehîd Can Qamişlo axivî û got: “Birayên min serê me bilind kir, Erdogan dixwaze derbasî herêma me bibe, em jî li vir dibêjin, madam kesên mîna Can û rêhevalên wî hene, dê nikaribe derbasî pohostek ji xaka welatê me bibe.
Malbata şehîd Demhat Silêman Ehmed axivî û soza şopandina rêya şehîdan da û wiha pê de çû: “Her ku em şehîdekî didin, projeya demokratîk bi ser dikeve, em hemû projeyên şehadetê ne, ji ber vê yekê em ji çeteyên Erdogan re dibêjin, dê Rojava ji we re bibe gor.”
Piştî axaftin bi dawî bûn, her 3 şehîd di nava sloganan de li Goristana şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo hatin oxirkirin.