TIL TEMIR – Artêşa dewleta Tirk a dagirker karwana bijîşkên Rêxistina free Burma rangers a Amerîkaytê ya pisporiya veguhastina sivîl û birîndaran ji herêmên şer ên di navbera gundên Reşîdiyê û Qasimiyê yên navçeya Til Temirê de topbaran kir. Di encamê de 2 endamên rêxistinê birîndar bûn.
Birîndar rakirin navçeya Til Temirê. Lê belê endamê Zaw Senk ku ji Thailand e (37) di encama birînda giran de jiyana xwe ji dest da.
Li gor qanûnên navdewletî, hedefgiritina tîmên tenduristiyê sûcekî şer e. Her wiha artêşa dewleta Tirk a dagirker beriya vê komkujiyek derheqê tîmên tenduristiyê pêk anîn. Ev komkujî li Girê Spî pêk hat.