NAVENDA NÛÇEYAN – Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gundê Reşidiyê û Um Kêf bombebaran dikin. Bombebaran dewam dike. Gundê Reşdidiyê girêdayî Til Temir û gundê Um Kêf jî girêdayî Zirganê ye.
Li gorî çavkaniyên me li Efrinê, artêşa tirk a dagirker di van kêliyan de gundê Eqîbê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê topbaran dike.