GIRÊ SPÎ – Şervanên QSD’ê li gundewarê Eyn Îsayê bersivên tund dan êrişên çeteyên artêşa Tirk a dagirker. Gelek çeta hatin kuştin û gelek neçar man paşde vekiştin.
Di bersivdana êrişa li dijî gundê Marûdayê de 4 çete hatin kuştin û erebeyeke hat teqandin. Li gundê Mesûdiyê jî gelek çete hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn, hejmara wan nehate tesbîtkirin.
Şervanên QSD’ê li gundê Kenterî yê navçeyê li dijî leşker û çeteyên dagirkeriya Tirk çalakiyeke sabotajê kirin. Di çalakiyê de gelek çete hatin kuştin û gelek birîndar bûn.