Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê QASIM ENGÎN
“Girîng e ku were zanîn Dewleta Osmanî di rastiya xwe de Şerê Taybet bi bandor meşandiye. Dîsa girîng e ku em bizanin Îttîhat-î Terakkî di meşandina Şerê Taybet de konaxek nû û hêna kurtir bû. Her wiha girîng e ku were zanîn ku di şixûlandina rêbaza Şerê Taybet de Komara Tirkiye bi giştî xwe bi Şerê Taybet heyî kiriye.
Bila were bîra me ku Şerê Rizgarî Netewî Tirkiye ne li Tirkiye destpêkiriye berovajî cihê ku Şerê Rizgarî Netewî destpêkirî û gav bi gav li seranserê welat belav bûyî Kûrdîstan e. Û her wiha yên ku herî zêde aktif û çalak cihê xwe di vî şerî de girtin jî di serî de Kurd bûn.
Çendî Mustafa Kemal Ataturk behsa biratiya Kurd û Tirkan kiriye herkes dizane. Qaşo çendî Kurd ji bo Tirkan jî girîng in yê ku aniye ser ziman carek din Ataturk bi xwe ye. Lê kengî xwe hildane saxlemî û berî xwe dana avakirina Netew Dewletek Tirk Kurd bîra kirin û erîşa wan kirin. Heta tenê erîş nekirin bi plankirî Kurd qirkirin. Dema meşandina plana qirkirinê bê hesab Kurd bi xapandin, derew, dek û dolaban jî şuxalandin û di komployan de jî derbas kirin.
Belgeya herî pêş ya ku Şerê Taybet formûle kirye belgeya Plana Islahkirina Şerqê ye ku di 24’ê Îlona 1925’an de hatibû qebûlkirin e. bêguman Qanûna Îzale-î Şekavet (Qanûna Tinekirina Eşqiyayan) ya ku hedefa xwe çêk komkirin bû jî wek amûrek bi bandor hatibû kar anîn. Qanûna Takrîr-î Sukûn (Yasaya Bêdengkirinê) ya ku di 4ê Adarê 1925’an ket meriyetê jî ji bo bedengkirina Kurdan bi bandor hatiue kar anîne. Bi vê zagonê mafê mirovan hatin astengkirin. Hema wek Dadgehên Îstîklal tiştên ku hukumetê begem nedikirin diketin bin lêpirsînê. Herî zêde jî azadiya ragihandinê hat qedexe kirin.
Dadgehên Îstîklal ruxme ku di 11 Elûna 1920’an de ji bo kacaxên leşkertî hatibûn derxistin jî di demê re dijî her avahî hêza muxalif bi bandor hat bi kar anîn. Piştra ev zagona di 31 Tîrmeha 1922’an de îcar bi navê “İstiklâl Mehakimi Kanunu” hat pêjirandin. Piştre jî Zagona Hıyanet-i Vataniye hate pêjirandin. Rasteqîn ango heqîqeta Zagona Hıyanet-i Vataniye ya ku xwe heta fîrariyan dirêj dike, di rastiya xwe Dadgehên Îstîklalan jî derbas dike. Mînak di serihildan 1920’an ya Konya bi dehan kes hatin dervekirin. Dîsa di hevîrdora Pontus di serhildanên ku çêbûyîn de 177 kes hatin darvekirin û 74 kes jî gîyabî hatin darvekirin. Kesê bi navê Hüseyin Cahit ku tê nasîn ji bo van dadgehan wiha dibêje: “Dewsa ku di dadgehek wiha de bibim dadger ez tercih dikim ku bibim yê tê mahkum kiri.” Hêna balkêştir dema milet li hember Şapka tepkîyên xwe raber kirin bi Dadgehên Îstîklal hatin derizandin. Piranî kesên ku şapka neden serî xwe girêdanê wan bi Serhildana Şêx Saîd dihat çêkirin û di encam de dihatin darvekirin.
Rejîma Kemalîst rejîmek çawa bi rê û rêbazên Şerê Taybet hatiye meşandine ev çand xalên jor besin ku rastaqîna wan rêbazên şerê qirêj were fêmkirin.
Bi kurtahî; Kurdistan, di navbera salên 1927-1947’an de di bin navê Rêveberiya Awarte (Orfî Îdare) de ji aliyê Mufetîşên Gelemperî û ji 1980’î û şûn ve jî ji aliyê Walîtiyên Herêmên Rewşa Awarte, Rêveberiyên Awarte û îro jî bi Qanûnên Têkoşîna Li Dijî Terorê û bi awayekî rojane bi Musteşartiyên Ewlehiyê tê birêvebirin. Em bîra nekin ku di dadgeha I960’an ya ku Grava Yassıada dihat dîtin yek jî dadgeran ji bo yekî bersûç re wiha gotibû: ”Hêza ku hûn avêtin vir wiha dixwaze!”
Ev hêza, hêz rejîma Şerê Taybet e! Rejîmek qirker e. Mînak di rapora Serokê Meclîsê Abdulhalîk Renda hêna di salên destpêkê de tê gotin ku, “Li herêma Kurdistanê, nifûsa Tirkan ji çaran yek nifûsa Kurdan hê jî kêmtir e. Li eraziya Tirkiyeyê ya di dest me de maye, ez derfetê ku her du millet bi heman qudret û selametê li ser serwer bin, qet nabînim. Lewma jî ez ferz û neçarî dibînim ku li tevahî welêt nifûs û bandora Tirkan bê serwerkirin.” Di rastiya xwe de ev gotin, sedemên ewqasî erîş, sirgûn û bişavtina Kurdan eşkere îfade dike.
Bila were bîra me ku Rêber Apo: “Armanca asîmîlasyonê ew e, ji bo mekanîzma mêtinkarî û desthilatdariyê bi mesrefa herî kêm kole peydakirin e… Koma tê asîmîlekirin, nasnameya wê bi xwe û hêza wê ya berxwedanê tê şikandin, di nava elîtên serdest de ji bo bibin koleyên kêrhatî tê amadekirin… Li vir fonksiyona bingehîn a koleyê tê asîmîlekirin ew e, ji sedî sed divê bişibe efendiyê xwe, ji bo bibe perçik û dûvikê wî her tiştî dike ji bo xwe bide qebûlkirin û bi vî awayî di nava sîstemê de ji xwe re cihekî çêke…Jixwe çareyeke wî ya din jî tineye. Ji bo karibe bijî divê nasnameya xwe ya civakî ya berê tavilê biterikîne û bi awayekî herî baş adepteyî çanda efendiyên xwe bibe û ev yek weke alternatîfa bi tenê jêre hatiye pêşkêşkirin… Elîta serdest, ji bo ku vê bênasnamebûnê li ser civaka asîmîlasyonê ferz bike du sîlehên bingehîn bi kar tîne: Ya pêşî, zora fizîkî ya berbiçav e. Di serhildan û serîrakirineke wî ya herî biçûk de jî şûrê serbirînê li ba dike. Ya diduyan, bi birçîbûn û bêkariyê re hevrû dike.”
Dîsa Rêber Apo ji qirkirinê re jî wiha dibêje: “Qirkirin weke dewama asîmîlasyonê ye, gel, hindikayî, her cure komên dînî, mezhebî û etnîk ên bi asîmîlasyonê nika-ribin bi wan, dixwazin bi rêya fizîkî û çandî wan bi temamî tasfiye bikin û wan têk bibin… Rêbaza qirkirinê bi awayekî fizîkî bi giştî bi çanda elîta serdest ango li gorî çanda dewleta netewe bi komên çandî yên di rewşa serdest de têne kirin… Gel an jî civak neçar têne hiştin hebûn, nasname, hemû hêmanên çanda maddî û manewî yên xwezaya wan pêk tînin biterikînin û ev bi çarmîxkirina demeke dirêj re wekhev e.”
Plana Islahkirina Şerqê ya ku di 24’ê Îlonan 1925’an de hatiye qebûlkirin dema ku em di çerçovaya Rêber Apo digere dest bimeyzînin eme bibînin ku belgeyek çawa yê qirkirinêye. Belge di 27 (28) xalan de pêk tê.
Hinek xalên vê plana qirêj wiha ne:
-Li Kurdistanê îlankirina îdare-î orfiye (rêveberiya awarte).
-Kurdistan, li gor 5 mufetişiyên gelemperî tê vesazkirin an jî dabeşkirin.
-Li dadgehên sivîl û leşkerî wê dadgerên sivîl tine bin.
-Li eraziya ku li rojavayê xeta mabeyna bajarê Wanê û Midyadê ji aliyê Ermeniyan hatiye terikandin, wê koçberên Tirk bêne bicihkirin… Tirk û Arnavûdên ku wê ji Yûgoslavyayê bên û koçberên ku wê ji Îran û Qafkasyayê werin, destpêkê wê di navbera Elezîz, Erxenî, Diyarbekîr, Palo, Gêxî, Mûşê de li xeta Geliyê Mûrad, rojhilat û başûrê Çiyayê Çewligê, Xinis, geliyên Mûrad, Deşta Mûşê, hewzeya Gola Wanê, Diyarbekîr, Garzan, Bedlîsê bêne bicihkirin. Ji bilî van ji bo bicihkirina şêniyên ji wîlayetên Rîze, Trabzonê û ji navçeyên bakurrojhilatê wîlayeta Erziromê û koçberan wê ji şertên û mercên muttehez sûd were girtin û neqlî Ava Xinûsê û Geliyê Mûradê û mintiqaya li bakurê Gola Wanê bêne kirin… Bi heman şiklî, ji bo di nav 10 salan de nifûsek 500 hezarî ji Yûgoslavyayê, Bûlgarîstanê, Qafkasyayê û Azerbaycanê li mintiqayê bêne bicihkirin, ji sala 1343’yan û şûn de divê her sal herî kêm 5 milyon lîra tahsîsat tevî budçeyê bê kirin.”
-Biryarek e ku dixwaze tevahî zerarên di dema Îsyanê de çêbûne ji aliyê îsyankaran bên dayîn.
-“Yên ku îsyan teşwîq û îdare kirine û xizmên van û ji van ên ku hikûmet hebûna wan a li şerqê rast nabîne wê wek takekes, malbat û xizmên wan li rojava li taxên ku wê hikûmet nîşan bide bimînin.
– Biryarek têkildarî betalkirina eşîran e.
-Li bajarên mîna Colemêrg û Wanê yên li ser sînor dimînin, wê hejmara eskeriyê bê zêdekirin. Wê tabûr û alay lê bên zêdekirin.
-“Wê çek bên komkirin û rakirina çekan bên qedexekirin, tenê ji bo wesîkayiyan wê destûr hebe.
-“Li bajar û navçeyên Meletî, Elezîz, Amed, Bedlîs, Wan, Mûş, Riha, Erxenî, Xozat, Erdîş, Elcewaz, Xelat, Palo, Çarsancak, Çemizgezek, Pilûr, Hisnimansûr, Behîsnî, Arga, Hekîmhan, Bîrecûk, Çermûgê ku bi eslê xwe Tirk in, lê li beramberî Kurdîniyê têk diçin, yên ku li daîreyên hikûmet û şaredariyê û deverên din ên dewletê, li dibistanan, sûkê û bazaran ji bilî Tirkî zimanekî din bi kar bînin, wê bi cezayê muxalefet û berxwedana li dijî hikûmet û şaredariyê bên cezakirin.”
– “Li cihên ku bi eslê xwe Tirk in, lê dişibin Kurdan û li taxên ku mîna Sêrt, Mêrdîn, Stewrê bi Erebî diaxivin, lazim e ku Ocax û dibistanên Tirkan bêne vekirin û bi taybet jî her cure fedakarî bê kirin û mektebên keçan ên bi taybet bêne avakirin û daxwazên keçan ên ji bo dibistanan bêne zêdekirin. Bi taybet li Dersîmê, dibistanên şevînî demildest û bi daxwaz werin vekirin, demildest ji Kurdbûyînê bêne rizgarkirin.”
– Li Dersîmê yên ku dixwazin derkevin, ber bi cihên ku ji aliyê dewletê hatine diyarkirin bên şandin.
– “Axaftina Kurdî pêwîst e li Kurdên ku li hin deverên bajarên me yên li rojavayê Firatê bi şikle belawela bi cih bûne, teqez bê qedexekirin û girîngî bi dibistanên keçan bên dayîn, axaftina jinan a bi Tirkî bê garantîkirin.”
– “Rejîm, cihên stratejîk ên girîngiyê pê dide, bike rê.”
– “Lazim e ku di demek kurt de hesinrêyên heta Erzînganê, Sêwasê, Elezîz-Amedê, Elezîz-Çapakçûr-Mûşê, heta Gola Wanê bên danîn.”
– “Komîserên sînor têkildarî xisûsên mîna kolberiyê (qeçaxçitî), sîxurtiyê, îstîxbaratê û nuqteyên emniyetê de ji îdareya rêveberiya awarte (Mufetîşiya Gelemperî) destûrê digirin.”
– “Mûçeyên kesên ku li van qadan tên wezîfedarkirin bên zêdekirin.”
– “Kes û saziyên biyanî bêyî destûra hikûmetê wê nekevin vê mintiqayê.”
– “Li vê mintiqayê pêwîst e hikûmet li tevahî îdareyê karûbarên gel bêyî navbeynkar û bi xwe kontrol bike û navbeynkaran jî bi tundî red û qedexe bike.”
Tenê ev, ne. Di destpêka salên 1930’an ji valiyan re Giştînameyek Tirkkirinê di milê vezarata hûndirîn de bi navê ”pir veşartî û ji kesan re taybet” tê şandin.
GIŞTÎNAMEYA TIRKKIRINÊ,
“-Gundên ku bi lehçeyên hevdîtinan pêk tînin, navê wan nûfusa wan û bi çi lehçeye hevdîtinan dikin werin tespît kirin.,
– Gundên ku di nava van de biçûk li ser gundên Tirk yê de herêmê de ne werin belavkirin,
-Bi nûve rê naye dayîn ku gund û maleyên bi lehçeyên bîyanî werin avakirin,
-Li bajar û gandan de komalên ziman werin avakirin û tenê Tirkî dane axivtin,
– Ji Tirkîtî û axivtina bi Tirkî re paye were dayîn, ne tenê ku Tirkîtî û axivtina Tirkî mirovan bişeref û onur didin qezenç kirin, na çawa ku di milê maddî de jî dide qezenç kirin jî were nîşan dan,
– Taybet hewldan were raberkirin ku Tirkî di nava jinan de were axivtin; Di nava wan de keçen Tirkan bi gundên ku Tirkî neaxivin re teşvîka zewcandinê kirin;
– Hîssîyatekî ku zerar bide civaka Tirk bi her vesîleyê ji wan re anîna ziman û li amêlên wiha sor kirin.,
– Gerek naye bîra kirin ku: çi cil û berg, stran, govend, leystok, dawet, qewnşopên civak û milet, di şiyarkirina hîsên netewî û nîjadî di hîsên ku civakê bi paşaroja xwe ve girêdidin de rolek girîng dileyzin; lewra di kelekê ku bi lehçeyên tê axivtin qewnşopiyên wiha ters jî wek zerarek mezin dîtin û heta xirab nîşan dayîna wan jî girîng e. Beyî ku raxbetek ji wan re avabikin çendî ev qewnşop paş de ne û çandî adî ne di her keliyê de were reş kirin û bide şermê. Ew kes û derdorên ku bi wê lehçeyê diaxivin nav û lakabên wan bên Tirkî kirin, dîsa dema ku firset derket di kaydê kûnya û nufsa wan de werin serarastkirin. ”
Lakab di heman giştînamê de tê qedexe kirin. Li Tirkiye de di salên 1925’an heta salên 1982 navê 12.200 gundan hatiye guhertine. Û di nav van navên ku hattine guhertin de jî sedî 80’ê gundên Kurdan in.”
WÊ BIDOME…
Şirovê 1