NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî encama şer û berxwedana 24 saetên dawî li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê eşkere kir.
Daxuyaniya ragihandina QSD’ê wiha ye:
“Til Temir
Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên bi ser ve bi çekên giran û hejmarek zêde çete êrîş birin li ser gundê Mehmûdiyê. Hêzên me di çarçoveya parastine rewa de bersiva êrişan dan û şerên giran qewimîn. Her wiha li gundên Kenher, El-Hecac, Derbo û El-Sîbatiya hêzên me bersiva êrîşan dan û şerên giran qewimîn. Di encama şer de 57 çete hatin kuştin, 22 çete brîndar bûn, 4 seyareyên leşkerî, 3 panzer û motorek hatin rûxandin. Artêşa dagirker li ser şikestina êrîşên çeteyên xwe bi balafirên bê mirov û obusan herêm topbaran kir.
Ebû Rasên
Artêşa dagirker bi hêzek mezin xwest êrişî gundên Xedir Avî, Til Hirmil û herêma di navbera Xirbet Cimo û Ingel El-Hawa bike û bi vê armancê konvoyek mezin şand van qadan. Hêzên me yekser bersiva van êrîşan dan û konvoya komên çete ji hev belav kirin, her wiha çete neçar man seyareyên xwe bihêlin û birevin.
Eyn Îsa
Artêşa dagiker bi sê tangan gundê Um El-Beramîl topbaran kir. Hêzên me weke bersiv li Şêrgirad û Marûda li hermber girseya komên çete çalakî pêk anîn û di encam de 4 çete hatin kuştin, seyareyek hate rûxandin. Artêşa dagirker li ser windahiyên xwe herêmê dan ber obus û tangan.
Di bersivdanên hêzên me de bi giştî 61 çete hatin kuştin, 22 çete brîndar bûn; 4 seyareyên leşkerî, 3 panzer û motorek hatin rûxandin.
Di vê berxwedanê de bi giştî 8 hevalên me şehîd bûn û 11 hevalên me jî brîndar bûn.”