EYN ÎSA – Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Cebhet El-Nusta û DAIŞ’ê di êrişên xwe yên li dijî Rojavayê Kurdistanê û herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyê de berdewam in. Di vî warî de çeteyan êrişî gundê Bir Îsa yê girêdayî navçeya Eyn Îsayê kir û QSD’ê jî bersiva êrişî da.
Nûçegihanan piştrast kir ku di encama bersivda QSD’ê de erebeyeke çeteyan a ji cureya toyota tevî çeteyên ku tê de hat teqandin.