BEHDÎNAN – Gerîlayan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de di 2’ê Mijdarê de li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek pêk anîn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir, “Li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de hêzên me di 2’ê Mijdarê saet di 08:50’î de li dijî artêşa TC a dagirker a li girê Partîzan çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin. Hejmara leşkerên di çalakiyê de hatin kuştin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.”