NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Savaş Amed diyar kir ku di navbera 28’ê Cotmehê û 3’ê Mijdarê de wan li Amed, Wan û Edeneyê hin çalakî li dar xistine.
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Savaş Amed daxuyaniyeke nivîskî weşandin û diyar kirin ku bi wesîleya Roja Rojava ya Cîhanê di 3’ê Mijdarê de saet di 20.30’an de li Seyrantepeya Amedê bi teqemenîyan êrîşî polîsên dagirker kirine. Yekîneyê got ku, “Di vê çalakiye de 3 polîsan dagirker birîndar bûne, derb li wesayîteke polîsan û yek jî li ya wesayîta fermîya polîsan hatiye xistin. Piştre gelek ambûlans hatine qadê. Yekîneyên me bi silametî ji qadê derketine.”
Hate diyarkirin ku di 2’ê Mijdarê de Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Savaş Amed û Şehîd Nûman Amed li Amedê çalakiyeke hevpar li dar xistine û got ku “Li Dîclekenta Peyasa Amedê çar wesayîtên hevkarên AKP’ê ji alîyê yekîneyên me hatine şewitandin.”
Yekîneyê derbarê çalakiyên li Amed û Edeneyê jî ev agahî da:
“Di 28’ê Cotmehê saet di 21.00’an de li ser Rêya Emekê li dijî polîsên li benda kontrolê bi teqemenîyên çalakiyek haiye lidarxistin. Yek jê bi giranî 4 polîs birîndar bûne.
Di 29’ê Cotmehê de saet di 23.00’an de li Taxa Barbarosê ya Seyhana Edeneyê 3 wesayîtên Alp Yandaş ji aliyê yekîneyên me hatine şewitandin.
Ev çalakiyên ji aliyê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Savaş Amed hatiye lidarxistin, bi wesîleya salvegera şehadeta Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) hatine lidarxistin.”
Li gorî daxuyaniyê di 2’ê Mijdarê de bi wesîleya Roja Rojava ya Cîhanê li Wanê hin çalakî hatine lidarxistin. Derbarê van çalakiyan hate diyarkirin ku “Di 1’ê Mijdarê de saet di 19.20’an de li Yenî Mahalleya Rêya Hevrîşmê ya Wanê çalakiyek hatibû lidarxistin. Piştre polîsan li ser gel û esnafan GBT kiribû û zext li gel kiribû. Yekîneyên me li dijî van polîsan jî çalakiyeke bi teqemenî li dar xistine. Polîsên dagirker bi panîkeke mezin reviyane û polîsek jî birîndar bûye.”