DIRBÊSIYÊ – Ciwanên Başûrê Kurdistanê ku li ser banga seferbertiyê hatin Rojavayê Kurdistan da ku tevlî Berxwedana Cenga Rojava bibin perwerdeya bingehin a tenduristiyê ditîn. Ciwanên Başûr ku li dijî êrîşên dagirker ên dewleta tirk û çeteyên tevlî Berxwedanê bûn, destpêkê perwerdeya leşkerî û niha jî perwerdeya bingehin a tenduristiyê ditîn.
Li bajarê Dirbêsiyê ku Ciwanên Başûr cihê xwe di nava parastina wê de digrin, ji bo di rewşên awarte de dema Hevalê wan an jî sivîlek birîndar bibin bikarin mudaxeleya destpêkê a tenduistiyê bikin, perwerdeya tenduristiyê a bingehin ditîn. Ciwanan di perwerdeyê de fêrî mudaxaleya destpêkê, sekinandina xwînê û birînan rast dermankirinê bûn. Li dijî çekên kîmyawî ku dewleta tirk a dagirker li hemberî sivîlan bikar anî doxtor hindek agahî dan ciwanan, da ku şaştiyên berê hatine kirin dûbare nebin.