HESEKÊ – Li ser banga parastina welêt û pêkanîna erkê, şêniyên eşîrên li herêmên Dêrazor û Şedadê bi hevkariya Meclisa Leşkerî û şêxan, bi dehan ciwanan beşdarî nava hêzên leşkerî bûn, da ku li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê şer bikin.
Ela Xelef yek ji ciwanên ku tevlî seferberiyê bûye wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker cudabûnê naxe navbera pêkhateyan û armanca wê ew e ku rûbera dagirkirina xaka Sûriyê berfireh bike, nîşana vê yekê sûcên li Serêkaniyê û Girê Spî pêk anîne. Her wiha şênî koçber kir û mal û milkên wan dizîn.”
Ela Xelaf wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em wek şêniyên eşîrên navçeya Şedadê amade ne li gel QSD’ê li dijî êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê şer bikin. Ji ber vê yekê berî 20 rojan zêdetirî 300 şervan, ku ji zarokên eşîran bûn, beşdarî çeperên şer bûn û niha li xetên pêş in.”
Her wiha şêniyê bi navê Husên Denho ku ji gundewarê başurê navçeya Şedadê ye bal kişand ser êrişên dewleta Tirkiyê yên hovane ku armanca wan têkbirina hemû pêkhateyên herêmê ye û wiha anî ziman: “Li ser vî esasî me banga eşîran a parastina welêt bi cih anî û beşdarî nava seferberiya giştî bûn.
Denho wiha dewam kir: “Erka me ye ku çekan hilgirin û parastina sînorê welatê xwe yê dayik, Sûriyê bikin. Ji ber vê yekê divê hemû cîhan vê bizane. Em wek pêkhateyan, çekan hildigirin, da ku parastina hebûn û jiyan derdorê bikin. Ji ber em xwediyê jiyana hevbeş in.
Dehno wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi saya şehîdan xaka me ji qirêjiya DAIŞ`ê terorîstî rizgar bû û em ê heta bidestxistina serkeftinê şopdarên rêya şehîdan bin.”