NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê encama şer û berxwedana roja 27’emîn eşkere kir. Navendê têkildarî mijarê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Til Temir
Artêşa dagirker û komên çete yên wê êriş bir ser gundê Dibs û herêmên nêzî Menacîr, Leylan, Menax û Feyseliya. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrişan da û hejmarek ji çeteyan hatin kuştin.
Ebû Rasên
Komên çete di saetên sibehê de êriş bir ser herêmên sîvîlan. Hêzên me weke bersiv çeteyên li derdora gundên Inq El-Hewa û Til Mihemed hedef girtin. Di encamê de hejmarek ji çeteyan hatin kuştin û brîndarkirin.
Eyn Îsa
Artêşa dagirker û komên çete bi hêzeke mezin êriş bir ser gundên Tibêna, Xirbet Kerem, Bîr Îsa, Gor Huseyîn. Hêzên me yekser bersiva êrişan da û di encamê de hejmarek ji çeteyan hatin kuştin. Dîsa di çarçoveya bersiva êrişan de di navbera hêzên me û çeteyan de li gundên Genteriye, Mesûdiyê, Al-Aslim nêzî 2 saetan şer qewimî.
Di encama bersivdana hêzên me de bi kêmanî 24 çete hatin kuştin, 10 brîndar bûn, 2 erebeyên leşkerî hatin rûxandin.
Di vê berxwedanê de 3 hevalên me şehîd bûn û 4 heval brîndar bûn.”