TIL TEMIR – Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku di 9’ê Cotmeha 2019’an de li dijî Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyê dest bi êrîşên dagirkeriyê kirin, hejmareke zêde sivîl qetil kirin û mal û kargehên sivîlan talan kirin. Li dijî vê hovîtiya çeteyên tirk şervanên QSD, YPG û YPJ’ê di çeperên şer berxwedaniyek bêhempa dide meşandin. Nûçegihana me Canê serdana şervanên YPJ’ê li xeta ser Til Temirê kir û nerînên wan derbarê rewşa heyî pirs kir.
Jina Ciwan bi navê Arîn Avesta ku di nav refên YPJ cihê xwe di çeperên şer de digre ev tişt anî ser ziman: “Em niha di çepheya herî pêş de cihê xwe digrin. Erka me ye ku em gelê xwe, axa xwe li dijî êrîşên dagirkeriyê biparêzin. Bi hemû hêz û moralê xwe em tevlîbûnek raber dikin. Ez bang li hemû Jinên Ciwan dikim ku di serî de li xwe xwedî derkevin, ji ber bi hezar salane jin di nava zor û zehmetiyan de derbas dibin. Her jinek ciwan û ciwanekî Kurd divê di wê berxwedanê de cihê xwe bigrin û tevlîbûna pêk bine.”
Şervana YPJ’ê Destan Barîn jî armancên ev êrîşên dagirker wiha anî ser ziman: “Şer destpêkê li Serêkaniyê destpê kir. Piştî vê berxwedaniyek pirr mezin pêşket. Hevalan heta dawî şer dikin. Dewleta tirk a dagirker çeteyên berê reviya bûn, girtin cem xwe û wan xwedî kir, bi çek kir û şandin ser gelê me. Bi navekî cuda çeteyên xwe ê DAIŞ’î dişînin ser Rojava. Tevahî cîhan zane DAIŞ hovîtiyek û zilmek çawa ser gel da meşandin. Bêyî ku bêje ev zaroke, jine, kal û pire komkujiyên xwe pêk tine. Bi hemû rêbazên îskenceyê û zilmê dixwaze cih û warê me dagir bike. Em wek şervanên YPJ’ê li hemberî vê disekînin. Em ê heta dawî gelê xwe û gelê Til Temirê biparêzin. Em heta dawî şerê xwe bikin û gelê xwe biparêzin. Ez taybetî bang li gelê Til Temirê dikim ku bi me re mil bi mil li dijî dagirkeriyê bi Şerê gel ê Şoreşgerî bide meşandin.”