ŞENGAL – Yekîtiyen Ciwanên Êzîdî têkildarê erîşa dewleta Tirk a dagirker ya li ser Xanesorê ya girêydayî Şengalê nerazîbûnê xwe nişandan û bang hukumeta Iraqê kirin.
Dewleta Tirk a dagirker 4’ê Mijdarê bi balafirên bê mirov yên bi çek êrîşek li dijî navendeke YBŞ’ê ya li Xanesor a Şengalê pêk anî bû di encama êrîşê de 3 şervanên YBŞ’ê birîndar bûbûn. Her wiha duh jî piştê daxwuyaniya ciwanan di heman rojê di seet 17:00 dewleta tirk a dagirker êrîşî gundê Barê kir.
Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) bi daxuyaniyekê êrîş şermezar kir û bang li hikûmeta Iraqê kir ku li dijî êrîşan helwestê nîşan bide. Daxuyanî li gundê Dohula ji aliyê endamê YCÊ Harûn Şengalî ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de Harun Şengalî êrîş şermezar kir û wiha hat got;
“Di serîda em wek ciwanên Êzîdî erîşa ku li dewleta Tirk ya dagirker li ser çiyayê Şengalê Komelgeha Xanesorê kiriye em şermezar dikin. Gelê Şengalê 5 salin ji destê hovan dagirkeran da xwe rizgarkiriye lê dewletên dagirker ya êrîşên xwe bi her awayî hovane didomîne.
Çeteyen DAÎŞ bi hovitiya xwe herî dijwar ya qirker nikaribû civaka Êzîdî tûne bike. Erdogan, li ser axa pîroz ya Êzîdîyan cihê ku ew kas şehîd dane, berxwedanî dane dixwaze bi balafirên xwe civaka Êzîdî tune bike bitirsine. Dema fermanê da ê ku berpirsê parastina Şengalê bûn, gel neparast û pişta xwe da gel û gel bê parastin hişt. Çeteyen hov êrîşê gelê me kirin.
Erdogan bi wan erîşan dixwezê Şengalê vala bike, em banga dewletên navnetevî nakin em bang gelê xwe dikin, banga sazî mafê mirovan nakin heger hebûya ew qasî dagirkerî nehat kirin, komkujîyen wusa nedihat kirin. Banga me kesên ku xwedî vicdanin pêşiya wê komkujî bisekinin. Em dibêjin binkeve dagirkeriya Erdogan, bimrê Erdogan.”