SILÊMANÎ – Rêxistinên ciwanan ên ji 4 perçeyên Kurdistanê, di encama gotubêjên nêzî mehekê de, Tevna Hevbeş a Rêxistinên Ciwanan ava kir.
Li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ku li Başûr û Rojavayê Kurdistanê dimeşîne, rêxistinên ciwanan ên ji 4 perçeyên Kurdistanê jî xebatên têkoşîna hevbeş dimeşînin.
Komeleya Gencanî Welatparêzên Kurdistan ku li Başûrê Kurdistanê ye, nêzî mehek beriya niha, di çarçoveya têkoşîna hevbeş a dijî êrîşan û avakirina yekrêziya Kurdî de, dest bi rêzehevdîtinan kir. Li gorî plansaziya hatiye derxistin, serdanên rêxistinên ciwanan ên partî û aliyên siyasî yên ji çar perçeyên Kurdistanê hatin kirin.
Piştî serdanan civînên hevbeş ên rêxistinên ciwan hatin çêkirin. Civîna yekem di 12’ê cotmeha 2019’an de li Silêmaniyê hat çêkirin û biryara berdewama hevdîtinan hat dayîn. Di nava mehê de nûnerên rêxistinên ciwanan careke din hatin cem hev û îro jî cara sêyem civiyan.
Civîn li Mekteba Rêxistinên Demokratîk a YNK’ê ya li bajarê Silêmaniyê hat lidarxistin. Di civînê de Rêxistina Azadiya Lawanî Kurdistan, Senterî Geşepêdanî Çalakiya Lawan, Komeleya Gencanî Welatparêzên Kurdistan, Ciwanên HDP, PYD, Navenda Xwendekarên Yekgirtû Îslamî, Xwendekar û Ciwanên Rêxistinên Sivîl Jibo Felsefeya Zerdeştî, Navenda Zerdeştiyên Kurdistan amade bûn.
Piştî civîna ku ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin, têkildarî mijarê ji çapemeniyê re daxuyanî hat dayîn.
Li ser navê rêxistinên ciwanan Hewrê Melîk daxuyanî da û eşkere kir ku wan di encama 3 civînan de biryara avakirina sîwaneyek hevbeş girtiye.
Hewrê Melîk da zanîn ku wan di civîna xwe ya dawî de Tora Hevbeş a Rêxistinên Ciwanan a ji rêxistinên ciwanan ên ji 4 parçeyên Kurdistanê yên tevlî van civînan bûne pêk tê, ava kiriye.
Hewrê Melîk her wiha anî ziman ku ewê wekî Tora Hevbeş di pêşerojê de karên girîng bikin û got ku di civînê de têkildarî mijarê 5 xalên plansaziyê hatine diyarkirin.
Melîk 5 biryarên hatine girtin, wiha rêz kirin:
1- Ji bo piştgiriya pêkanîna kongreya netewî, nirxên netewî û destekdayîna KNK’ê xebat bê meşandin.
2- Li Iraqê daxwaza guhertina destura bingehîn tê kirin, lê ger ku ev guhertin li dijî berjewendiyên gelê Kurd û destkeftiyên wan be, emê qebûl nekin.
3- Ji bo pêşxistina ciwanên Kurdistanê di aliyê exlaq, çand û perwerdeyê de xebat bê meşandin.
4- Ji bo parastina çanda herçar perçeyên Kurdistanê û bi taybet jî Başûrê Kurdistan têkoşîn bê meşandin.
5- Li ser bazirganan zext bê kirin ku fabrîqeyan çêbikin û berhemên xemalî zêde bibin û li Başûrê Kurdistanê ciwan bêkar nemînîn.