DÊRIK – Bi armanca piştevaniya QSD’ê û şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker, bi hezaran xwendekar û mamosteyên Dêrikê li pêşiya peymangeha Zanistên Civakî ya Şehîd Demhat kom bûn.
Xwepêşandan bi dirûşmên “bijî berxwedana QSD’ê”li kolanên sereke yên bajêr geriyan.
Xwendekar û mamosteyan pankartên bi nivîsên”Me qetil nekin, QSD`ê nûnertiya me dike, şerê ku dibistan û pêşeroja me wêran dike, rawestînin û li vir berxwedêr in”, wêneyên şehîdên Berxwedana Rûmetê û wêneyên zarokên qurbaniyên çekên kîmyawî, hilgirtin.
Meş li pêşiya Dêra Marşamonî ya navrasta bajêr veguherî mîtîngê û li wir daxuyaniya hevbeş a mamosteyan a bi zimanên erebî û kurdî hate xwendin.
Daxuyaniya mamosteyan wiha ye:
“Em wek xwendekar û mamosteyên qada Perwerde û Fêrkirinê yên kantona Cizîrê, îro bi dirûşma”Êrişên li dijî Rojava, deswerdana nirx û rêgezên perwedeya azad e” ku êrişên li dijî fikir û rêgezên felsefeya mirovahiyê ne ku di salên şer û di çarçoveya Şoreşa rûmet û azadiyê de me bi dest xistine de, şermezar û red dikin. Bi israr em dibêjin, na ji artêşa Tirk a dagirker e, temen çi dibe bila bibe, em dev jê bernadin. Ji ber me li dijî koletiyê, kesayeteke xurt, bi exlaq û azad ava kiriye.”
“Em ne hatine dinê ku bên qetilkirin. Lê belê ji bo em bijîn û jiyanek bi rûmet biafirînin hatine dinê. Em ne tenê zarokên vî welatî ne ku lê hatine dinê. Lê belê em çarenûsa zarokên cîhanê ne. Ji ber vê yekê em dagirkirina xaka xwe red dikin . Em xwedî çand û ziman in û pêwîstiya me bi tu kesî tune ye. Şehîdên me di oxira parastina me de, canê xwe feda kiriye.”
Piştî daxuyanî bi dawî bû, xwepêşandêran diruşmên “Bijî berxwedana QSD’ê” berz kirin.
Girkê Legê
Bi heman armancê bi sedan mamoste û xwendekarên Girkê Legê daketin qadan û piştgirtiya xwe ji QSD’ê re nîşan da.
Xwepêşandêran alên QSD’ê, wêneyên qurbaniyên êrişên artêşa Tirk ên li ser herêma Serêkaniyê hilgirtin û dirûşmên”fêrkirina me gavên destpêkê yên avakirina pêşeroja me ye, şerê dibistan û pêşeroja me wêran dike, rawestînin, parastina zarokan ji dijminan bikin” berz kirin.
Meş ji Qada Şehîd Xebat a Dêrikê dest pê kir û ber bi kolanên sereke ve çû, paşê li naverasta bajêr veguherî mîtîngê.
Daxuyaniya mamoste û xwendekarên herêma Cizîrê ji aliyê xwendekara bi navêf Rîham Îsmaîl ve hate xwendin.Meş bi sloganên “Bijî berxwedana QSD’ê” bi dawî bû.