AMÛDE – Bi armanca piştevaniya QSD’ê û şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker, bi hezaran xwendekar û mamosteyên Amûdê li navenda bajar kom bûn û meşek pêk anî.
Xwepêşandan bi dirûşmên “Bijî berxwedana QSD’ê” li kolanên sereke yên bajêr geriyan.
Xwendekar û mamosteyan pankartên bi nivîsên “Me qetil nekin, QSD’ê nûnertiya me dike, şerê ku dibistan û pêşeroja me wêran dike, rawestînin û li vir berxwedêr in”, wêneyên şehîdên Berxwedana Cenga Rojava û wêneyên zarokên qurbaniyên çekên kîmyawî, hilgirtin.
Meş li dewara li ser riya Dirbêsiyê veguherî mîtîngê û li wir daxuyaniya hevbeş a mamosteyan a bi zimanên erebî û kurdî hate xwendin.