KELAR – Li navçeya Kelar a Germiyanê komek ji ciwan û aktivîstan bi daxuyaniyek piştgirî dan xwepêşandanên li Bexda û bajarên din ên Iraqê.
Di saetên êvarê de li navçeya Kelar a navenda îdareya Germiyanê komek ji ciwan û aktivîstan ji bo piştgiriya xwepêşandanên li Iraqê kombûn û bi daxuyaniyek piştgiriya xwe ji xwepêşandanan re nîşan dan.
Daxuyaniya çalakvanan ji aliyê Aryan Ehmed ve hate xwendin û têde wiha hate gotin; “Xwepêşander û gelê Başûrê Iraq û Bexdaya paytext, em jî wek xelkê Herêma Kurdistan ku beşeke ji Iraqa yekgirtî yekhelwest û yekdengê we ne. Hêvî û bendewariyek me ya mezin ji xebat û têkoşîna we ya ji bo azadiya edaleta civakî, hikûmet û desthilata sivîlî heye.”