TIL TEMIR – Nûçegihana me Canê derket kolanên Til Temir û helwesta gel li dijî êrîşên qirker ên dewleta tirk a dagirker girt. Gelê Til Temir û welatiyên ku ji cihên şerê lê diqewimin koçber bûne wir bûne, bi yek dengî li dijî êrîşên dagirker derdikevin û dibêjin ew tucarî dagirkeriyê qebûl nakin.
Jina Ciwan a ji Serêkaniyê bi navê Rokstan da diyarkirin ku Gelê Serêkaniyê wê tucarî dev ji axa xwe bernedin û ew ê heta dawî têkoşîn bikin heta Serêkaniyê ji çeteyên dagirker bê rizgarkirin. Rokstan her wiha daxwaza xwe a vegera bajarê xwe dûbare kir û got ew ê tucarî dev ji axa xwe bernedin.
Rêveberiya Kongra Star a bajarê Til Temir Hetiçe Asim jî ev tişt anî ser ziman: Em ji Erdogan re dibêjin ‘tu nikare vîna gelê Kurd bişkine’. Em wek Kurd, Ereb, Asur û Suryan yek destin. Em wek gelê Rojava, em heta noqitek xwîna xwe a dawî li berxwe bidin û li dijî dagirkeriya tirk derkevin. Bi hêza me a QSD’ê em ê van êrîşên dagirkeriyê bişkînin. Erdogan kesekî kujer e, ne mafi wi ye derbas axa me bibe. Erdogan dixwaze xeyalê xwe ê osmanî pêk bine, lê em wek Kurd, Ereb û hemû gelên Rojava vê qebûl nakin. Li dijî vê em ê şopdarên Serok APO û şehîdên xwe bin. Bi zarok, mal û canê xwe em ji bo rûmeta xwe şer bikin. Kesên ku dibêjin em mafê mirovan diparêzin, em bang li wan dikevin û dibêjin me heta niha tu mafê mirovan neditiye. Li ber çavê wan qetlîam pêk tê, lê ev kesana çavê xwe jê re digrin. Saziyên navdewletî bi heman awayî li dijî qetlîam û binpê kirina mafên mirovan tiştekî nekirine. Ancax hêza me QSD me jî komkujî û çeteyên tirkan biparêz. Em heta dawî dibêji QSD vîna me ye.
Welatiyên din jî ku nûçegihana me mikrofonê dirêjî wan kir daxuyakirin ku wê bi Berxwedaniyê ev dagirkerî binkeve û banga bilindkirina têkoşînê kirin.