ŞENGAL – Dewleta dagirker a Tirk di 4’ê Mijdarê de bi balafirên bêmirov ên bi çek (SÎHA) bombe li Xanesorê a Şengalê berda. Di encamê de 3 şervanên YBŞ’ê birîndar bûbûn. Her wiha piştê vê êrîşa Xanesorê dewleta tirk a dagirker dîsa êrîş kir û bombeyan li gunde Bare barand. Endamên Yekîtiya Ciwanên Êzidî ji ajansa me re axivîn û ev êrîşên dewleta Tirk yên li dijî Şengalê şermezar kir û diyar kir ku wê êrîşên dagirker bi ser nekevin.
Ciwanê bi navê Mervan Melo derbarê êrîşa dewleta tirk a dagirker nerînên xwe wiha anî ser ziman: “Di serî de ev erîşên dewleta dagirker ya Tirk hovane li ser axa me Şengalê em bi tûndî şermezar dikin. Ev ne êrîşên dewleta tirk ya yekem e. Armanca dewleta dagirker ya faşîst a Tirk tûnekirina civak û hêza Şengalê ye. Yekane armanca dewleta Tirk tûnekirina ol û baweriya civaka Êzîdî ye. Her dema dewleta tirk êrîş dike, dibêje ‘me êrîşî YBŞ’ê kiriye’. Lê em jî dipirsin YBŞ Hêza kêye û YBŞ kiye? Bi kurtasî YBŞ Hêza Şengalê ye û hêza gelê Şengalê ye. Em civaka Êzidî beramaberî wan êrîşan bê deng naminin û em ê armanca Erdogan vala derbixin.”
Azîz Cemîl jî ciwanêkê ji Şengalê ye nerazibûnê xwe wiha tînê ser ziman: “Ev êrîşên dewleta Tirk nayên qebûl kirin. Hîn jî birînên gelê Şengale ji fermanê ne hatiye derman kirin û xelas nebûye. Li Rojava jî Erdogan êrîş dike. Xwestek û armanca Erdogan tûnekirina civaka Êzidîye. Erdogan dibêje ew li YBŞ dide, lê gelo ez pirs dikin ev YBŞ kiye? YBŞ hezekê gelê Şengalê ye. Piştî fermanê hêzekê Şengalê daye ava kirin, ji gelê û ji zarokên Şengalê pêk tê ev hêz.”
https://www.nuceciwan34.com/ku/2019/11/06/yce-erisen-dewleta-tirk-a-dagirker-li-ser-sengale-we-bi-ser-nekevin/