NAVENDA NÛÇEYAN – Di roja 29’an de êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêj berdewam in. Li aliyekî din jî li dijî êrişan û piştevaniya ji berxwedana QSD’ê re, helwestên herêmî û cîhanî derdikevin holê.
Li bejhaiya Girê Spî şer dijwar e û QSD’ê bersivê dide
Duh bi şev dengê teqînan li derdora Eyn Îsa dihat, balafirên şer û keşfê yên artêşa Tirk li derdora navçeya Eyn Îsa digeriyan.
Roja sêşemê piştî QSD’ê û Meclisa Leşkerî ya kantona Girê Spî gundên Qenterî, Bîr Îsa û Mesûdiyê yên ji çeteyan paqij kirin, duh bi şev artêşa Tirk û çeteyên wê ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê dîsa êrişî gundên navborî kir.
Duh bi şev QSD’ê êrişên artêşa Tirk têk birin û depoya Xefta Salim ji çeteyan paqij kir, 11 çete hatin kuştin û 6 din jî birîndar bûn.
Artêşa Tirk û çeteyên wê êrişî gundê Holako yê Girê Spî kir û di encamê de leşkerekî hêzên rejîma Sûriyê jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.
QSD: 27 hatin çete kuştin û jinûve destpêkirina xebata bi Koalîsyona Navneteweyî ya li Dijî DAIŞ’ê de
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî ragihand ku QSD’ê li gorî pêvajo û rûdanên nû li ser erdê dê bernameya xebatên xwe yên hevbeş bi Koalîsyona li Dijî DAIŞ’ê re careke din berdewam dikin.
Ji aliyekî din ve jî, QSD’ê ragihand ku di nava 24 saetan de di encama şerê li herêmên Serêkaniyê, Til Temir û Eyn Îsa de tangek û BMB hatin rûxndin û 27 çete hatin kuştin.
‘Divê komîteya lêpirsînê der barê bikaranîna Tirkiyê çekên qedexekirî de were avakirin’
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxwaz kir ku divê komîteya lêpirsînê, da ku rastiyên bikaranîna çekên qedexekirî eşkere bike, were avakin. Di heman demê de hemû sazî, rêxistinên peywendîdar, di serî de rêxistina qedexekirina çekên kîmyawî û biyolocî der barê rastiyan de helwestên xwe nîşan bidin, nexasim ku rêveberî xwedî danezanên diyar in.
Xwendekaran li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker meş li dar xistin
Li dijî êrişên artêşa Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li serasnserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwendekar daketin qadan û êrişên artêşa Tirk şermezar kirin û banga vegera li dibistanan kir. Xwendekaran pênûs û alên dibistanê bilind kir û banga misogerkirina ewlehî û rawestandina qetilkirina zarokan kir.
Eşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştrast kir ku piştevaniya Berxwedana Cenga Rojava bikin
Şêxên eşîrên Minbic, Tebqa û eşîra Şeyîtat a Dêrazorê piştrast kir ku li gel QSD’ê ne û helwesta wan a piştevaniya Berxwedana Cenga Rojava ya li hember dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji El-Nusra û DAIŞ’ê eşkere ye û dagirkirina Osmanî û DAIŞ’iyeke nû red dikin.